YBŞ û YJŞ’ e mezin dibe
Akademiya Şehîd Berxwedan dewreya “Şehîd Brusk Karker” ya şervanên YBŞ û YJŞ’ê bi merasîmekê bi dawî bû.
Akademiya Şehîd Berxwedan dewreya “Şehîd Brusk Karker” ya şervanên YBŞ û YJŞ’ê bi merasîmekê bi dawî bû.
Bi boneya bi dawîbûna dewreya “Şehîd Brusk Karker” merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de gelê Êzidî, Fermandarên YBŞ û YJŞ’ê û dayîka Şehîd Brusk amade bûn.
Dewra Şehîd Brusk Karker a ji 34 şervanan pêk dihat, bi perwerdeya bi 3 mehan bi dawî bû. Waneyên îdeolojî yên wekî Rastîya Serokatî, Dîroka Jin, Dîroka Êzidxan, Dîroka Kurdistanê û perwerda leşkerî hatin dîtin. Di Akademiya Şehîd Berxwedan de şervanên YBŞ û YJŞ’ê di aliyê tektîkên şer û bîrdozî de xwe kûr dikin.
Di destpêkê merasîm de torenekî leşkerî ji aliyê şervanan hate lidarxistin. Piştre jî Fermandandariya YBŞ’ê Dijwar Feqîr dewra li şervanan pîroz kir û bal kişand ser hatina çeteyên PDK’ê ya li ser Xanesorê û wiha got: “Bi dawî bûna vê dewrê di rojek wekî îro 29’emîn salvegera komkujiya Helepçe de ciwanên Êzidxanê xwe perwerde dikin û li dijî dijmin û fermanan xwe birêxistin dikin. Lewra jî êdî ne Êzidxan û ne jî ciwanên wê wekî beriya fermanê ne, êdî gelê me xwedî vîn û tama azadiyê girtine. Ji bo wê ev axa pîroz ya Êzidxanê ku me bi xwîna ciwanên xwe rizgar kirine, em ê radestî ti hêzan nekin û wê hêzên desthilatdar ên mîna PDK’ê jî nekaribin hêsan werin ser vê axê zilmê li gelê me bike. Em ê wekî YBŞ û YJŞ’e çawan ev 2 sale me bi dehan gundên Şengalê ji çeteyan rizgar kir û parast ji vê seatê pê ve jî karê hêzên dagirker û çeteyan li ser vê axê nîne. Ne em û ne jî gelê me yê rastiya rûyê PDK’ê dîtiye vêya qebûl dike, çi dibe bila bibe wê ev çete ji axa Êzidxanê werin derxistin.”
Feqîr di dawiyê de wiha got: “Em wekî YBŞ’e carek din soz didin gelê xwe û şehîdên 73’ê fermanan em ê wekî şervanên Êzidxanê vê axê ji dagirker û dijminan biparêzin û rê nedin fermanek din ser vê axa muqedest pêk were.”
Piştî axaftinan, Fermandarên YŞB û YJŞ’ê, dayikên şehîdan bawername dan şervanan û şervanan sond xwarin.
Hêja gotinê ye Şervanê YBŞ’ê Sifiyan Hecî Ehmed (Brusk Karker) ê ku bi dilxwazî ji bo tola keç û jinên Êzidî hilde berê xwe dabû Pêngava Rizgarkirina bajarê Minbicê, di 28’ê Hezîranê de li Minbicê şehîd bibû.