YBŞ: Bi saya fikrên Rêber Apo pişta DAIŞ’ê hate şikandin

Fermandariya YBŞ’ê têkildarî komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got ku, “Bi saya felsefe û fikrên Rêber Apo çeteyên DAIŞ’ê yên dagirker ji Şengalê hatin derxistin.”

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî komploya di 9’ê Cotmeha 1998’an de ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, “Bi saya felsefe û fikrên Rêber Apo çeteyên DAIŞ’ê yên dagirker ji Şengalê hatin derxistin.”

Daxuyaniya YBŞ’ê wisa ye:

“Di dîroka mirovahiyê de, di her demê de ya ku zilm û zordarî zêde bûye Rojhilata Navîn bûye warê helwestên şoreşgerî.

Di komploya 9’ê Cotmehê de xwestin xeyalên gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bişkînin. Lê gelê Rojhilata Navîn bi têkoşîn û çalakiyên li derdora rêberên xwe, nehiştine ku komplo bigihêje armanca xwe.

Wekî ku tê zanîn di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser gelê Êzidî qetlîamek pêk anîn. Çeteyên DAIŞ’ê xwestin li Şengalê hemû nirxan tune bikin lê bi banga Rêber Apo re pêşiya vê fermanê hatiye girtin. Bi saya felsefe û fikrên Rêber Apo çeteyên DAIŞ’ê yên dagirker ji Şengalê hatin derxistin û deriyên jiyaneke azad heta dawiyê hatiye vekirin.

Em esareta Rêber Apo şermezar dikin. Mudaxeleyeke li dijî Rêber Apo tê wateya mudaxelekirina li ser hemû gelên Rojhilata Navîn. Di vê çarçoveyê de heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were pêk anîn em bang dikin ku hemû qadan bikin qadên berxwedan û têkoşînê.”