YBŞ: 2 hevrêyên me ji ber teqîna mayina DAÎŞ'ê şehîd bûn

Ji ber teqîna mayina ji ber DAÎŞ'ê mabû, li Şengalê 2 şervanên YBŞ'ê şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn. Fermandariya YBŞ'ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir, ku wê ji bo bîranîna şehîdan têkoşîna xwe xurtir bikin.

Fermandariya YBŞ'ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku li nehiyeya Tilezêr a girêdayî Şengalê di encama teqîna mayineke ku ji ber çeteyên DAÎŞ'ê mabû 2 hevrêyên wan şehîd bûne, 3 jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Serhad Elzero

Nav û Paşnav: Xalid Hesen Xidir

Cihê jidayikbûnê: Tilezêr

Dayik-Bav: Sêvê Mirad Hecî Nûrê – Hesen Xidir Miço

Cih û dema şehadetê: Tilezêr/13-04-2020

 

Nasnav: Serhildan Elzero

Nav û Paşnav: Heydar Naîf Xidir

Cihê jidayikbûnê: Tilezêr

Dayik-Bav: Leylo Şeref Berekat – Naîf Xidir Miço

Dem û cihê şehadetê: Tilezêr/13-04-2020

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji destpêka fermanê heyanî roja me ya îro em weke YBŞ – YJŞ herêmê bi bedelên mezin diparêzin. Çawa ku di fermanê de, di şert û mercên herî zor û zehmet de me erkên parastina ax û gelê xwe pêk anî bin, di roja me ya îro de jî di oxira wê de berdelên wê çi dibe bila bibe em ê bidin û erkên xwe yê parastinê pêk bînin. Her çiqasî hem hewldanên me bi xwe hem jî bi hinek saziyan re ku herêmê ji bo paqijkirina bermahiyên DAÎŞ'ê hatibin meşandin jî, lê belê êrîşên dewleta Tirk ên li ser civak û gelên me yên li Şengalê, bû sedem ku ev saziyên bi hêzên me YBŞ'ê re erkên pakijkirina herêmê ji bermahiyên DAÎŞ'ê pêk dianîn ji herêmê derbikevin. Ji ber wê jî heyanî roja me ya îro di encama bermahiyên DAÎŞ'ê de em bedel didin. Bila dijmin, dost û gelê me bizanibe şervanên YBŞ'ê ji bo vî gelî, xwe kirine mertal. Şert û merc çi dibe bila bibe em amadene ku ji bona gelê xwe tişta ku tê xwestin bidin û em didin jî.

Hevrêyên me Serhildan û Serhed, bi dilsoziyekê mezin tevlî vê têkoşînê bûn û pêşengtî kirin. Bi fedakartî û wêrektî, di hemû çeperan de cihê xwe girtin. Zor û zehmetî li kû derê herî zêde bûn, ev hevrêyên me li wir cihê xwe digirtin. Bi vê fedakartî, wêrektî û hezkirina xwe ji bo tevahî hevalên xwe dibûn mînak. Hevrêyên me Serhildan û Serhed çawa ku bûn şopdarê Berîvan, Gûlçîn, Berxwedan û Zerdeştan, em ê şopdarê hevrêyên xwe soza pêkanîna hêvî û armancên wan, têkoşîna xwe xurtkirin, azadî û mafê gelê xwe bi dest xistinê didin. Ev erka me ya sereke ye. Li ser vî esasî em di serî de ji malbatê hevrêyên xwe û tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."