Yarkin: Kurdan weke 'bedenên dikarin bên kuştin' dibînin

Endama Komîsyona li dijî Nijadperestî û Cihêkariyê ya ÎHD'ê sosyolog Gulistan Yarkin bal kişand ser zêdebûna êrişên nijadperestiyê û got, "Yekane sedema van êrişan ew e ku qurban Kurd in û kiryar jî Kurdan weke 'bedenên dikarin bên kuştin' dibînin."

Endama Komîsyona li dijî Nijadperestiyê û Cihêkariyê ya ÎHD'ê sosyolog Gulistan Yarkin li ser êrişên nijadperestiyê yên li Tirkiyeyê li dijî Kurdan tên kirin ji ANF'ê re axivî.

Yarkin anî ziman ku li Tirkiyeyê li dijî komên cuda êrişên nijadperestiyê dibin û destnîşan kir ku Kurd, Sûriyeyî, Ermen, Elewî, Yahûdî, Rûm, Roman û gelek komên din din hedefa êrişên nijadperestiyê.

Yarkin got, "Hin êrişên nijadperestiyê yekser li dijî mal û milkan dibe, hinek ji wan li dijî bedena mirovan. Hinek ji êrişan jî ji nişka ve di asta şexsî de tên kirin, hinek jî bi rengekî organîzeyî û rêxistinbûyî ji aliyê qelebalixiyê ve tê kirin."

Gulistan Yarkin diyar kir ku nijadperestî hem bi hestên şexsî ye, hem jî pêwendiya xwe bi sîstem û saziyan heye û got, "Êrişên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan ku ji salên 1990'î ve li bajarên Tirkan dest pê kirin, ji polîtîkaya dewletê ya nijadperestiyê û şerê ji salên 1980'î û pê ve dest pê kiriye cuda nîne. Ji bo dawî li nijadperestiyê bê anîn divê sîstemeke civakî bê avakirin ku derfet û çavkaniyên aborî, çandî û siyasî li hemû komên etnîkî bi rengekî wekhev bên belavkirin.

Ji bo mirovên xwedî hest û nêrîna nijadperestiyê biguherin, pêwîste hişmendiyeke xurt a li dijî nijadperestiyê û tevgereke xurt a antî-nijadperestiyê derkevin holê. Lewma ev yek di heman demê de qadeke bêdawî ya têkoşînê ye."

Yarkin bal kişand ser êrişên 'ji nişka ve' yên li dijî Kurdan û got, "Mînak, eger mirov du bûyerên li Sakaryayê binirxînin, ku mirovan jiyana xwe ji dest dan; kiryarên her du bûyeran bi reflekseke ji nişka ya nijadperestiyê, 2 Kurdên ku qet nas nakin dikujin. Eger bê bîra we, di demeke nêz de li Sakaryayê Kadîr Sakçi, Şîrîn Tosûn û li Enqereyê jî Bariş Çakan hatin kuştin. Kadîr Sakçi bi kurê xwe re bi Kurdî diaxivî. Kujerê ku ev yek bihîst, pirsa 'Hûn Kurd in' li Sakçi dike ku beriya wê qet Sakçi nedîtibû. Piştî ku bersiva 'erê' werdigire, Kadîr Sakçi dikuje."

Yarkin ragihand ku yekane sedema van bûyerên kuştinê ew e ku yên hatine kuştin Kurd in û kujer jî Kurdan weke 'bedenên dikarin bên kuştin' dibînin."

Yarkin got, "Ev êriş tenê li Sakaryayê nabin. Lê belê dema dawî Kadîr Sakçi û Şîrîn Tosûn di demeke kurt de li wî bajarî qewimîn. Ji bilî vê, dema dawî li Sakaryayê li dijî karkerên demsalî yên Kurd êriş hatin kirin. Lewma Sakarya dema dawî derkete pêş.

Her wiha li Çanakkaleyê Ekrem Yaşli yê 74 salî ji ber ku bi Kurdî axivî, êrişî wî kirin. Ekrem Yaşli jiyana xwe ji dest neda, lê belê em dibînin ku êrişên bi vî rengî li bajarên Tirkan li dijî Kurdan tên kirin."

Yarkin li ser hin hewldanên ku van êrişan weke êrişên di asta çînî de dinirxînin ev tespît kir: "Yên ku hewl didin êrişên li dijî karkerên Kurd weke êrişên di asta çînî de nîşan bidin, hewl didin aliyê nijadperestiyê yê êrişan binixumînin. Ev nêzîkatiyeke şaş e. Erişên li dijî karkerên Kurd yan jî Ereb ên Sûriyeyî êrişên nijadperestiyê ne. Ji ber ku li vê cografyayê ti carî li dijî karkerên Tirk êrişên bi vî rengî nehatine kirin."