Yadê Garîp nedît ku kujerê kurê wê hatin darizandin
Dayika Aştiyê Garîp Erînç ku bi salan li kujerê kurê xwe geriya, ku kurê wê li Wanê bi fîşekên polîsên Tirk şehîd bûbû, bi krîza dil çû ber dilovaniya xwe.
Dayika Aştiyê Garîp Erînç ku bi salan li kujerê kurê xwe geriya, ku kurê wê li Wanê bi fîşekên polîsên Tirk şehîd bûbû, bi krîza dil çû ber dilovaniya xwe.
Garîp Erînç (75), dayika Zekî Erînç ku 2008'an dema pîrozbahiya Newrozê bi fîşekên polîsên Tirk şehîd bûyî, çû ber dilovaniya xwe.
Diyar bû ku Yadê Garîp li taxa Xaçortê li mala xwe bi krîza dil çûye ber dilovaniya xwe.
Yadê Garîp piştî şehîdbûna kurê xwe ketibû nav Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi salan ji bo ku kujerên kurê wê werin dîtin û darizandin têdikoşiya.