Xizmeta ji bo gel bûye ‘sûc’

Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku li Wanê li ser gel û saziyan zextên mezin hene û hemû xizmetên şaredariyan sûc tên hesibandin û dikevin îddîanameyan.

Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku li Wanê li ser gel û saziyan zextên mezin hene û ev zext zêdetir dibin. Demîr got ku “Jixwe tê zanîn polîtîkaya aboriyê ya dewletê di rewşeke xerab de ye, ev jî bandoreke mezin li ser gel dike. Li ser gel ji xeynîzextên ekonomîk zextên siyasî jî hene. Di demên dawîn de destgîrkirin û girtin zêde bûye. Dewlet 4 sal in qeyyûman li ser şaredariyan peywirdar dike. Şaredariya bajarê mezin a Wanê tê de, dewlet li ser hemû şaredariyên HDP’ê qeyyûman wezîfedar dike.”

DI ÎDDÎANAMEYAN DE TIŞTEKÎ ŞÊNBER TUNE

Demîr qala doza li hevşaredarên Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şehzade Kurt kir û got ku “Van rojan wê dozên hevşaredarên Rêya Armûşê dest pê bike. Dema em li van dozan dinihêrin, tiştekî şênber tune. Ev îddîname bi lez hatiye amadekirin û tiştên razber tê de hene.

Ji ber ku tiştek nedîtine, xizmetên şaredariyan xistine îddîanameyan. Di dosyeyan de xizmetên ji bo gel hatine kirin, daxuyaniyên ji bo çapemeniyê, xebatên şaredariyê û serdanên gel ên ji bo şaredariyê hatine qeydkirin. Ev ne bi tenê ji bo şaredariya Rêya Armûşê wisa ye. Şaredariyên bajarên mezin ê Amed, Wan û Mêrdînê di serî de, di îddîanameyên hemû şaredariyan de ev tişt heye. Wê zextên li ser şaredariyên HDP’ê û polîtîkaya wezîfedarkirina qeyyûman heta hetayê wisa nedome. Ji ber ku di destê wan de tiştekî şênber tune.”