Xizmên windayan qala çîroka Çîçek kirin

ÎHD û xizmên girtiyan qala çîroka Abdussamet Çîçek kirin ê ku di cînayeta ‘faîlî meçhûl’ de miribû.

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, di çalakiya xwe ya “Bila faîl bên dîtin, bersûc bên darizandin” a hefteya 583’an de, bi parvekirina vîdeoyekê pirsa faîlên Abdussamet Çîçek kirin. Daxuyanî aliyê endama Komîsyona Jinan a ÎHD’ê Ezgî Sila Demîr ve hat dayîn.

Demîr, bal kişand ser çîroka Çîçek û wiha axivî: “Abdusamet Çîçek di 15’ê Nîsana 1992’yan de beşdarî cenazeyê Hanefî Kûtlû yê bû qûrbanê cînayetên faîlên kiryar ne diyar, dibe. Li goristanê kesek nêzî wî dibe û çekmeqê jê dixwaze. Di wê kêliyê de kesek din ji dûr ve Çîçek nîşan dide. Çîçek piştî definkirina cenaze berî biçe malê, diçe dikana taxê û deynê xwe dide. Piştre di rê de rastî hevalê xwe Şehxmûs tê û bi hev re dimeşin. Di wê kêliyê de, 3 kes Şêxmûs dehf didin û gule berdidin Çîçek.

Çiçek li vê derê jiyana xwe ji dest dide. Welatiyên derdûrê dikevin pey faîlan û wan digirin. Lê polîsên tên cihê bûyer wan kesan ji nava destên gel digirin û dibin qereqolê. Piştî sê rojan faîl ji ber tunebûna delîlan tên berdan.

Piştî kuştina Çîçek jî, gef û zextên li ser malbatê dewam dikin. Dema ku kurê Çîçek ji dibistanê vedigere malê rastî êrîşa bi kêr a kesên nasnameyên wan ne diyar tê û birîndar dibe. Wî radikin nexweşxaneyê. Êrîşkarên ku hîn dibin kurê Çiçek ne miriye, vê carê hewl didin wî li nexweşxanê bikujin. Bijîşkê zarokan wî di beşa welidandina jinan de vedişêre û wisan xilas dibe. Midûriyeta Polîsan ku Çîçek weke endamê rêxistinê derbasî qeydan dike. Ligel hemû hewldanan jî bi tu awayî faîlên Çîçek nehatin dîtin. Em dixwazin êdî faîl bên dîtin û bên darizandin.”