Xizmên Windayan êrîşên li ser dayikan protestokirin

Li Amed û Êlihê Xizmên Windayan, êrîşên polîsan ên li ser dayikên girtiyan protest kirin. Di çalakiyê de hate gotin ku divê tavilê dawî li tecrîdê bê anîn.

AMED

Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 534’emîn de çalakiya bi dirûşma “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Bên Darizandin” li avahiya ÎHD’ê lidar xist. Serokê Giştî yê berê yê ÎHD’ê Hunsu Ondul, Serokê Rêxistina CHP’ê ya Amedê Mehmet Sayin, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rêveber û endamên ÎHD û Xizmên Windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Adnan Orhan di çalakiyê de axivî û kesên di komkujiya Dersimê ya 4’ê Gulana 1938’an jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. Orhan diyar kir ku ji dema derbasbûyî heta îro komkujî û windayan di rûpelên tarî yên dîrokê de cih girtine û ew ê têkoşîna xwe ya ji bo aqûbeta windayan derxin holê bidomînin.

Orhan anî ziman ku grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya hat destpêkirin gihîştiye astek xeternak û wiha got: “Dayikên girtiyên zarokên wan di greva birçîbûnê de ji bo piştevaniya zarokên xwe û ji bo zarokên wan bijîn, daxuyanî û çalakiyan li dar dixin. Polîs bi bêperwa mudaxeleyî dayikan dikin. Ev pêkanîna li dijî dayikan bêhurmetî û bêhiqûqî ye. Em ti êrîşa polîsan a fîzîkî ya li dijî dayikan qebûl nakin. Tekane daxwaza dayikan ew e ku zarokên wan jiyana xwe ji dest nedin.”

Serokê Giştî yê berê yê ÎHD’ê Husnu Ondul jî bi bîr xist ku bi salane têkoşîna ÎHD’ê ya ji bo windayan didome û çalakiyên heftane yên ÎHD’ê têkoşîna li dijî bêcezakirinê ye.

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Parêzer Hasan Yalçin jî çîroka windabûna Ahmet Akbaş ê di sala 1995’an de ji gundê Kayagedîgî yê Çêrmûga Amedê ji bo şivanitiyê çûye navçeya Xozatê ya Dersimê û di serdegirtina gundê Çaytaşî ji aliyê eskeran ve hatiye binçavkirin û carek din agahî jê nehatiye girtin xwend.

ÊLIH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan li Êlihê jî li avahiya Şaxa ÎHD’ê di hefteya 440’emîn de çalakiya “Bila Winda Bên Dîtin û Bila Kujer Bên Dîtin” lidar xist. Xizmên windayan, malbatên girtiyan, aktîvîstên ÎHD, Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Ûca û Ayşe Acar Başaran beşdarî çalakiyê bûn û pêşmalkên bi nivîsa “Bila Leyla Guven bijî” li xwe kirin.

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Parêzer Devran Yildiz ewilî axivî û kesên di komkujiya Dersimê ya di 4’ê Gulana 1937’an de biryara wê hat girtin û pişt re bûyerên bûn şerma mirovahiyê pêk hatin bibîr xist. Yildiz bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got: “Greva birçîbûnê veguherî rojiya mirinê. Rojiya mirinê rîska mirinê zêde kir. Em wek parêzvanên mafên mirovan dixwazin ku daxwaza girtiyan demildest bê qebûlkirin.”

Parlamenter Ayşe Acar Başaran jî axivî û got: “Yên komkujiyan li ser me pêk anîn îro bi polîtîkayên cuda bi ser me ve tên. Yên ziman û çanda me qedexe kirin û tecrîdê pêk tînin polîtîkayên xwe li ser me didomînin. Ji ber vê yekê em carek din daxwaza xwe dubare dikin û dibêjin bila daxwaz bê qebûlkirin. Ji her mirinek pêk were AKP, Wezareta Dadê û Serokkomar berpirsiyar in. Ev bang tenê ne banga me ye, banga bi hezaran dayikên laçik spî ye ku bi rojane bi laçikên xwe yên spî li ber xwe didin e.”

Serketerê Şaxa ÎHD’ê Fahrettîn Asutay jî çîroka Naîf Demîr ê di 6’ê Adara 1995’an de hat windakirin xwend û got Demîr ji aliyê fermandarê eskeran ve hatiye kuştin.

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.