Xizmên girtiyan: Li dijî zilma desthilatdariyê em ê li qadan bin

Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de ne gotin, "Desthilatdarî zilmê dike. Heta ku daxwaza me bi cih bîne em ê li qadan bin."

Nobeda Edaletê ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediya ye, lê nayên berdan li Amedê hate destpêkirin, di roja 204'an de li ber Girtîgeha bi Tîpa D a Amedê pêk hat.

Endam û rêveberên komeleyên MEBYA-DER, MED TUHAD-FED; TUAY-DER û partiya DBP'ê piştgirî dan malbatên girtiyan.

Ji xizmên girtiyan Încî Guler bi bîr xist ku Nobeda Edaletê gihîştiye roja 204'an û got, "Li gel bangên me jî Wezîrê Edaletê berçavka zilmê ji ber çavên xwe dananî û zilmê dewam dike. Zarokên me, birayên me tevî ku cenazeyên wan qediya ne jî nayên berdan. Bila Wezîrê Edaletê vê baş zanibe; zilma ku niha li me dike wê sibe bi serê wan ve bê. Em vê zilmê qebûl nakin."

Ji xizmên girtiyan Nazîme Boltan jî got, "Zarokên me tenê ji ber ku daxwaza maf û hiqûqê kirine girtî ne. Bila zarokên me berdin. 7 meh in em li vê derê bang dikin, lê belê çareseriyek nedîtin. Heta ku daxwazên me bi cih bêne anîn em ê li qadan bin. Li ber girtîgehan, li ber nexweşxaneyan, li her derê em ê li qadan bin. Ji vê derê bang li saziyên din dikim; bila bên bi me re dengê xwe bilind bikin."

Roja 204'an a Nobeda Edaletê bi dirûşmên "Maf, hiqûq, edalet", "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.