Xizmên girtiyan bal kişandin ser rojiya mirinê

Endamên Şaxê ÎHD'ê yê Dîlokê û xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Girtî Tîpa H a Dîlokê bal kişandin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê.

Li Girtîgeha Girtî Tîpa H a Dîlokê ji 1'ê Adarê ve 72 girtî di greva birçîbûnê de ne. Malbatên girtiyan û endamên ÎHD'ê yên Dîlokê li ber girtîgehê daxuyanî dan çapemeniyê.

Rêxistinên HDP, DBP ên bajêr û Baroya Dîlokê jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên di greva birçîbûnê de ne hatin hildan.

Serokê ÎHD'ê yê Dîlokê Salman Yergîn bal kişand ser hevdîtina li Îmraliyê û diyar kir, ji bo ronahiya ku vêketiye venemire divê siyasetmedar, rêxistinên civakî yên sivîl bikevin nava hewldanan.

Di daxuyaniyê de bang li desthilatdariya siyasî hate kirin ku bi berpirsyarî tevbigere, tecrîdê bi dawî bike û hate gotin, "Eger daxwaz bi cih neyên anîn, wê ji encamên neyînî desthilatdariya siyasî berpirsyar be. Rûdana encameke wiha wê birînên ku pêçandina wan nepêkan e veke."