Xemla Çarçella ya zivistanê

Çarçella bi bilindahî û bedewiya xwe cihekî bi heybet e. Dema ku bi berfê jî xemilî, hingî dibe devereke bêhmpa ku mirov jê têr nabe.

Zivistanê çiyayê Çarçellayê xemilandiye. Gerîlayên Kurdistanê li her devera lê dimînin hem xwe li gorî şert û mercên wê amade bikin, hem jî dezavantajên cografyayê ji xwe re bikin avantaj. Zivistan li çiyayên Kurdistanê gelekî dijwar e. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê zivistanê ji bo amadekariya biharê derbas dikin. Serma û seqem û berfa ku gelekî zêde daye, bi me dide jibîrkirin bê em li kîjan cografyayê ne, ji ber ku her der bi spî xemiliye.

Çarçella bi bilindahî û bedewiya xwe cihekî bi heybet e. Dema ku bi berfê jî xemilî, hingî dibe devereke bêhmpa ku mirov jê têr nabe. Lûtkeya çiyayê Çarçellayê ku mehên zivistanê kes hêsanî xwe bigihîne ser, ji bo gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê qada jiyanê ye.

Hem ji ber bilindahiya wê, hem jî berfa ku daye, dîmenê ku ji vir xuya dike mîna deryayeke bê dawî ya ji ewran e. Li kampên li ser serê vî çiyayî, gerîla bi rengekî 'asayî' jiyana xwe didomînin. Ji ber ku derî û paceyên kampê ji ber berfê hatine girtin, kamp bêhewa maye. Lewma gerîla dest bi nobeda vekirina 'tunela oksîjenê' dikin. Gerîla Rûken radihêje bêrê û dest bi vekirina tunela ji berfê dike. Bi rûyê xwe yê li ken 'tunela oksîjenê' vedike.