Xelkê Mexmûrê li dijî dorpêçê meşiyan

Xelkê Mexmûrê yê ev 49 roj in di bin dorpêça asayîşa PDK’ê û rêveberiya wê de ne, ji bo şikandin û helwesta xwe nîşan bike ji heftsalî heta heftê salî daketin qadan û meşeke girseyî ya bi heybet lidar xist.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê li dijî dorpêça ev 49 roj in bê navber didome, daketin û peyama ‘Bila dagirker û xayîn bizanin heta dawiyê em ê li ber xwe bidin, ti carî jî teslîmbûnê nepejirînin’dan.

Piştî bûyera 17’ê Tîrmeha 2019’an a li restoranta bi navê Hoqqbaz a ku têde yek ji berpirsê MÎT’a Tirk Osman Kose hate kuştin û şûnde bi destê asayîşa PDK’ê û rêveberên wê ambargoyeke ya hatin û çûnê li welatiyên Mexmûrê hate danîn û ji wê rojê û şûnde rêya çûna Hewlêr, li nexweş, karker, xwendekar  û sivîlan hate girtin.

Xelkê Mexmûrê ji bo şermezarkirin û nerazîbûna xwe nîşan bidin bi poster û alên KCK, PKK, KJK, PAJK, YPG û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke biheybet lidar xistin. Meş ji pêşiya şaredariya wargehê destpêkir û heta benda dawî ya kontrolê ya wargehê. Li vir daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Mafê her zindiyekê heye ku li ser erdê bêy ferqa, zayend, reng, deng, ziman, çand bijî. Ji bo wê ye nabe ku mafê jiyînê ji aliyê hinek hêz û aliyan ve bê astengkirin. Bi salan in dagiker li ser xaka Kurdistanê hespên xwe dibezînin. Ji hemû çavkaniyên sererd û binerd sûdê digirin û dagir dikin. Salên 90’î bi hezaran welatî ji ber zilim û polîtîkaya parçekirinê bidarê zorê penaber bûn. Bi vê xwestin, gel ji ziman, çand û hebûna wî qût û dûr bixin. Bi taybet sala 2019’an deweta Tirk û hevkarê wê PDK li dijî gelê wargehê êrîş û şerê taybet dide kirin. Lê bila dagirker û xayîn bizanibin heta dawiyê em ê li ber xwe bidin û ti carî teslîbûnê napejirînin.”

Meş bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî yekîtiya gelê Kurd’, ‘Bijî berxwedana gelê Kurd’ û ‘Bijî berxwedana dayikan’ bi dawî bû.