Xelkê Mexmûrê 4’ê Nîsanê bi coş pîroz kirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê 12’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya  4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyeke bi heybet pîroz kirin.

Bi tevlîbûna xwendekar û mamostayan li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê (NÇHM) 12’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya  4’ê Nîsanê ya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Beriya destpêkirina pîrozbahiyê, xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amedeyî bi alên PKK, KCK, HPG, YJA-STAR bi meşekê ketin qada pîrozbahiyê. Xwendekaran her wiha pankarta, “4’ê Nîsanê li Rêber Apo pîroz be” vekir.

Şahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, li ser navê Saziya Perwerde û Hîndekariyê ya Mexmûrê Pakistan Bîlen axivî.

Bîlen xêrhatina tevahî xwendekar û gelê wargehê kir û got: “Em roja mîlada Kurdan û cîhanê, roja 4’ê Nîsanê li we tavan pîroz dikin. Ev roj, roja ku mirovahî ji nû ve destpê kiriye, ji ber wê çendê jî vê rojê li hemû cîhanê deng vedaye.

Bîlen destnîşan kir ku wê 4’ê Nîsanê bibe roja azadbûna tevahî gelê Kurd û bibe wesîleya serkeftin û berxwedanê.

Piştî axaftinan bernameya pîrozbahiyê bi rêzê ve destpê kir. Di pîrozbahiyê de aktivîteyên sportîv ên weke meşa mêrû, torbe, pêşbaziyên dîlan, stran û pêşbirka zanistî ya di nava xwendekarên seretayî de dom kir.

Bernameya şahiyê didome.