Xelkê Mêrdînê: Em ê qeyûman di binê sindoqan de bihêlin

Nîştecihên Merdînê diyar kirin ku di 31’ê Adarê de hilbijartin wê di nava gel û qeyûman de pêk bê û dan xuyakirin ku wê qeyûman di binê sindoqan de bihêlin.

Bajarê kevnar Mêrdîn, bajarê kelhan, perestgeha mirov, dîrok, ol, çand û neynika şaristaniyê ye. Dema mirov ji dûr ve li Mêrdînê dinêre weke hêlîna teyran, lê bi şev weke gerdeniyeke rengên cuda cuda xuya dike. Ev bajarê dîrokî heta niha ji 21 şaristaniyan re bûye navend. Mêrdîn xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye. Mêrdîn hem di aliyê olî, hem ji aliyê civak û mezheban ve bajarekî pir renge. Kurd, Tirk, Ereb, Suryanî-Asûrî, Ortodoks, Katolîk û Protestan, Ermenî û Keldanî, Kurdên Êzidî, Çeçenên koçber yên Kafkasyayê li vî bajarê qedîm bi hev re jiyane. Divê her kes vî bajarê dîrokî bibîne, hîs bike û guh bidê. Bi boneya nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re em li kûçeyên Mêrdînê geriyan û me mikronfa xwe dirêjî nîştecihên Mêrdînê kir. Mêrdîniyan hilbijartina herêmî nirxandin û dan diyar kirin ku 31’ê Adarê de hilbijartin wê di nava gel û qeyûman de pêk bê û dan xuyakirin ku wê qeyûman di binê sindoqan de bihêlin.

‘HILBIJARTIN DI NAVA GEL Û SÎSTEMÊ DE YE’

Nîştecihê bi navê Feyat Îldenîz diyar kir ku di 31’ê Adarê de hilbijartin wê di nava gel û sîstemê de pêk bê û got: “Ez nabêjim hilbijartin di nava du partiyan de ye. Hilbijartin di nava gel û qeyûman de ye. Îradeya me ji peywîrê girtin û xistin girtîgehan. Xelkê Mêrdînê ti carê li dijî sîstemê serê xwe netewandiye û îro ji natewîn e. Qeyûman bajarê me tevlîhev kiriye, ti xizmet ji vî bajarî re nekiriye. Ji xwe fedî nakin ji dibêjin karê şaredariyê karê dilê. Kanî karê dil? Kanî xizmeta we? AKP berî hilbijartinê çi soz dabe, piştî hilbijartinê jibîr kiriye. Em ê bersiva herî xurt di 31’ê Adarê de bidin AKP’ê, em ê AKP û qeyûman dibine sindoqan de veşêrin. Kesê azadî, jiyan, aramî, xizmet, derfetên kar û wekheviyê bixwaze wê dengê xwe bide HDP’ê. HDP partiya min e û ez ê dengê xwe bi dilek rihet û xweş bidim. Mêrdîn naşibe ti bajarên din. Li Mêrdîn pir renge û gelek reng lê dijîn. HDP jî pir renge û cihê hemû rengan di HDP’ê de heye. Ez bawer û daxwaz dikim her kes li dora HDP’ê bibe xelek.”

‘ŞAREDARÎ VEGUHERANDINE QEREQOLAN’

Îldenîz anî ziman ku qeyûm îradeya me xesp kiriye û ti xebat ji vî bajarî re nekiriye û wiha axivî: “Qeyûm şaredariyên me vegerandine qereqolan û derdor beton kiriye. Mirov nizane kanî li hindirê wan betonan çi dike? Gel ji bo ku biçe şaredariyê di 10 bendên polîsan re derbaz dibe. Dema ku gel bendan derbaz bike û bikeve hindir jî muxatabê xwe nabîne. Ez bawer nakim ku tu kesê li şaredariyê ruyê qeyûm dîtibe.”

‘EZ GELEK POŞMANIM MIN DENG DA AKP’Ê’

Ciwanê bi navê Mehmet Akgul yê berê dengê xwe dida AKP’ê û niha dibêje ji bo xizmet û wekheviyê ez ê dengê xwe bidim HDP’ê jî wiha got: “Hêviya min ya destpêkê edalet û hiqûqe. Hiqûq, edalet û aştî jî tenê bi HDP’ê gengaz e. HDP hêviya vê axê ye. Li Mêrdinê gel bi zorî debariya xwe dike. Bi krîza aboriyê re gelek esnafan derabeyên xwe anîn xwarê û welatî bê karin. Ez dixwazim derfetên kar ji bo me bên afirandin. Tenê AKP zirerê dide gel. Di hilbijartinên 2015’an de min dengê xwe di aliyê AKP’ê de bikar anî. Lê belê ez gelek poşmanim. AKP’ê li dijî Kurdan ango li dijî me polîtîkayê şer xiste dewrê. AKP tenê dixwaze di çavê civakê de HPD’ê reş bike. Ez weke Kurdekê bi xeletiya xwe hesiyam û ji niha û vir de ez ê dengê xwe bidim xwe.”

‘AKP ERD Û ASÎMAN BIKE ZÊR Û ZÎV EZ DENG NADIM’

Ciwanê bi navê Tarik Akin jî anî ziman ku AKP erd û asîman bike zêr û zîv jî ew dengê xwe nadin AKP’ê û ev tişt got: “Ji bo dahatuyek vekirî û bi tendurist ez ê dengê xwe bide HDP’ê. Li Mêrdînê bêkarî di asta herî jor de ye. Welatî hemû xîzanin. Divê derfetên kar ji bo ciwanan bên afirandin. Her wiha qadên civakî û sporê ji bo ciwanan bê avakirin. AKP her tiştî ji derve tîne û ev yek ji dibe sedema welat pêş nekeve.”

‘EM JI HDP’Ê BAWERIN’

Mehmet Zeki Akgul jî destnîşan kir ku cihê ku gel xwe bi xwe rêve nebe ne demokrasî ne jî kar û zimet lê heye. Akgul derbirî ku wê di 31’ê Adarê de bajarê xwe ji qeyûman û qirêjiyan wan derxin û got: “ Qeyûm ji derveyî nerêlitî û derewan ji bo Mêrdînê tiştek nekiriye. Tenê dizanin li ser bilbortan bibêjin em dixebitin. Xebatê qeyûman tev li ser bilbortane û em li kûçe û rêyan ti xebata wan nabînin. Li çend cihan rêya rêwitiyê û li cend cihan ji gul danîne dibêjin em dixebitin. Kesên bi dengê me hatine hilbijartin û kesên ji vî bajarî re xebat dikirin, li cihê wan qeyûm tayîn kirin û îradeya me xesp kirin. Eger ku pir ji xwe bawerin bila kerem bikin bi hilbijartinê bi me re bikevin pêşbirkê. Bi hilbijartinek demokratîk de wê AKP tu carê ji binê sindoqê dernekeve. Em ji HDP’ê bawerin.”

‘EM Ê ŞAREDARIYÊN XWE JI QEYÛMAN RIZGAR BIKIN’

Jina bi navê Halîme Denîz jî anî ziman ku HDP reng û baweriya gelan e û ev tişt got: “Tu hêvî û bendewariya me ji sîstemê nîne. Di hedefa sîsemê de Kurd hene. Zarokên me tev xistin girtîgehê û di çalakiyek biçûk de jî êrîşî me dike. Divê hemû nîştecihê Mêrdînê li dora HDP’ê kom bibe û ji bo ev zilim bi dawî bibe dengê xwe bide HDP’ê. Di her alî de AKP zilmê dike, qeyûm tayîn kirin û gel ji xizmetê mehrûm kirin. Ev der Kurdistane û partiya me jî HDP. Kes nikare me ji vê rastiyê dur bixe. Em ê şaredariyên xwe ji qeyûman rizgar bikin.”