Xelkê Şengalê: Ji bilî me kes me naparêze

Berxwedana xelkê Şengalê ya li dijî êrişa hêzên hikumeta Kazimî dewam dike. Şengalî dibêjin, "Çi bikin jî wê nikarbin parastinan Êzidxanê ji holê rakin. Ji ber ku em baş zanin, ji bilî me kes me naparêze."

Li dijî êrişa hêzên çekdar ên hikumeta Kazimî ya li ser Asayîşa Êzidxanê û yekîneyên YBŞ û YJŞ'ê yên li Şengal û bajarokên wê, berxwedana gelê Şengalê dewam dike. Medya nêzî PDK'ê jî bi propaganda xwe ya reşkirinê piştgiriyê dide van êrişan. Xelkê Şengalê li hemberî êrişan bûye yek, radigihîne ku wê xaka xwe neterikîne û ti carî dest ji Rêveberiya Xweser bernede.

Mirovên ku ji ber nûçeyên asparagas ên medya PDK'ê û metirsiya êrişan cih û warê xwe terikandin, doh ji nû ve li navçeyên Sinûnê û Xanesorê û bajarokê Dugirê vegeriyan.

Jinên Şengalî ku ji roja destpêkirina êrişê û vir ve li eniya berxwedanê ne, ji bo piştevaniyê xwarin ji endamên Asayîşa Êzidxanê re amade kirin.

Jinan gotin, wê van lîstik û êrişên qirêj ên li ser Êzidxanê têk bibin.

'HEJMARA YÊN ÇÛN KÊM BÛ, EW JÎ VEGERIYAN'

Jinên Şengalî û endamên Asayîşa Êzidxanê ji ANF'ê re axivîn, heman peyam dan û bang li her kesî kir ku li ber xwe bidin.

Endamê Asayîşa Êzidxanê Heyder Şengalî diyar kir ku li dijî êrişan wê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û got, "Li Şengalê niha rewş bi giştî baş e, lê belê ji bo xerakirina aramiya Şengalê dixwazin lîstikên qirêj ên Peymana 9'ê Cotmehê bixin meriyetê. Xelkê me yê ku warê xwe terikand, vegeriyan. Ji xwe hejmara wan jî kêm bû."

Endama Tevgera Azadiya Jinê ya Êzidiyan (TAJÊ) Şemê Miço jî destnîşan kir ku jinên Şengalî ji bo mezinkirina berxwedanê çi ji destê wan bê wê bikin û amade ne pêwîstiyên asayîşê tedarik bikin. Miço ragihand ku Asayîşa Êzidxanê hewl dide li çeperan Şengalê biparêze, lewma ew minetdarê wan e û got, "Bi vê armancê em weke jinên Şengalê hatine alîkariyê bidin zarokên xwe. Ji bo misogeriya aramiya Şengalê em amade ne ku di nava şert û mercên herî giran de jî têbikoşin."

'DESTPÊKÊ BIRÎNÊN FERMANÊ BIPÊÇIN'

Endama TAJÊ Caklîn Hisên jî destnîşan kirin ku ew ê nehêlin lîstikên qirêj ên li ser Asayîşa Êzidxanê, YBŞ û YJŞ'ê bi ser bikevin û got, "Yên ku mohra xwe danîn binê Peymana 9'ê Cotmehê ji bo karibin bi hêsanî balafiran li ser zarokên me bigerînin û bombe bikin, dixwazin Şengalê bidin valakirin. Lê em ji wan re vê dibêjin; Şerm e, tiştên bi vî rengî nekin. Me gelek ferman dîtin, li şûna ku fermaneke nû rakin destpêkê birînên fermana beriya niha bipêçin. Çi bikin jî wê nikaribin parastina Êzidxanê ji holê rakin. Berevajî em ê ji bo xurtkirina parastina xwe têbikoşin. Ji ber ku em baş zanin ji bilî me kes me naparêze."