Xelat ji JIN TV re hate dayin
Li Silêmanî bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê xelatek ji JIN TV re hate dayin ku duh dest bi weşana testê kir.
Li Silêmanî bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê xelatek ji JIN TV re hate dayin ku duh dest bi weşana testê kir.
Koma Helwêst ku ji komek ji rewşenbîr û nûçegihanên li Silêmanî pêk tê, li Navenda Çand û Hunerê ya Cemal Îrfan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de xelat ji nûçegihan û nivîskaran re hatin dayin.
Koma Helwêst xelata rêzdariyê da JIN TV ku duh dest bi weşanê kir.
Bi navê JIN TV Aysel Hecî Mehmûd xelat wergirt.