Namzetên hevşardariyê ya Yenîşehîr a li navenda Amed a HDP’ê Îbrahîm Çîçek û Belgîn Dîken di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana esnafên Oto Sanayiyê kirin. HDP’yiyên ku bi coş ji aliyê esnafan ve hatin pêşwazîkirin, li ser girîngiya hilbijartin li gel esnafan gotûbêj kirin.
PÎRAN
Namzetên hevşaredariyê Yasemîn Uçer û Felat Aygoren li gel rêveberê navçeyê serdana gundên Omeron û Biloka kirin. HDP’yiyên serdana malan kirin, gund dan gel. HDP’yiyan anî ziman ku wê bi hev re pirsgirêkan çareser bikin.
ÇINAR
Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Çinarê Necla Tamrîş û rêveberên navçeyê serdana malên li navçeyê kirin. HDP’yiyên ku ji aliyê gel ve bi germî hatin pêşwazîkirin, diyar kirin ku wê 31’ê Adarê bersiva herî baş bidin siyaseta qeyûman.
PEYAS
Xebatên hilbijartinê ya li Peyasê jî bê navber didome. Namzetên Şaredariya HDP’ê ya Peyasê Necatî Pîrîççîoglû û Kezban Yilmaz li gel rêveberên navçeyê di çarçoveya xebatan de serdana esnafên Sûka Mezopotamyayê kirin. Nazetên guh da esnafan, wê 31’ê bi hev re pirsgirêkan çareser bikin.
BISMIL
Namzetên hevşaredariyê ya Bismilê Orhan Ayaz û Guşen Ozer jî serdana gundiyên li herêma Birava kirin. HDP’yiyên li navenda gund li gel gundiyan govend gerandin, destnîşan kir ku bersiva herî pêwîst a ku vîna wan napejirîne tifaq e.
GÊL
Xebatên namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê ya Gêlê Gulisan Enrasîoglû û Mûstefa Akkûl bi rêveberên navçeyê re serdana gundên Metmûr, Kizla û Mînî kirin. HDP’yî bi coş hatin pêşwazîkirin.
LICE
Namzetên hevşaredariyê yên Licê Selîme zingil û Tarik Mercan li gel rêveberên navçeyê serdana gundên Sernis, Hezmaz, Bana Dêran, Gir, Entax, Goma Pirê, Sîsê û Bamitnê kirin. HDP’yiyan li gel gundiyan goven gerandin, dan nîşandan ku wê bi hev re xwedî li vîna xwe derkevin.