Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê li Mêrdin û Agiriyê dewam kir

Xebatên hilbijartinê yên namzetên hevşaredariyên HDP’ê didomin. Di çalakiyên li Mêrdîn û Agiriyê de hate gotin ku ew ê 31’ê Adarê dawî li dagirkeriya qeyûman bînin.

MÊRDÎN

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Mêrdînê li herêma Estel a Midyadê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê vekir. Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdinê yê HDP’ê Ahmet Turk, namzetên hevşaredariya Midyadê Havva Balci û Osman Demîrcî, namzetên hevşaredariya Nisêbînê Semîre Nergîs û Ferhat Kût û parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Destpêkê namzetên hevşaredarên Midyadê Havva Balci û Osman Demîrcî axivîn. Balci got; “Em dixwazin bibin dengê hemû jinan. Em dixwazin ku jin jî di rêveberiyê de bibin xwedî gotin.” Demîrcî jî qala projeyên xwe kir û got Şaredariya Midyadê ya ku di bin rêveberiya AKP’ê de ji bo gel tu proje pêk neanî.

Piştre Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk axivî û got; “Em li beramberî têgihekê ku dixwazin civakê bikin du parçe û civakê bînin beramberî hev in. Tiştekî ku ew bêjin nemaye. Ji bo aboriyê tiştekî nabêjin. Qala edaletê nakin. Qala hiqûqê nakin. Qala mafên mirovan nakin. Tenê di rojeva AKP’ê de dijminahiya li dijî gelê Kurd heye. Tenê tiştekî dibêjin ‘Bila gelê Kurd ji vî welatî biçin’. Ji bo ku gelê Kurd li derveyî vî welatî bihêlin projeyan amade dikin. Lê em gel in, em Midyadî, Nisêbînî, Dêrikî û Mêrdînî ne, em xwediyên rast ên vê xakê ne.”

AGIRÎ

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Panosê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Pankarta “Jin Jiyan Azadî” li avahiya buroyê hate daliqandin û namzeta hevşaredariya Panosê Muşeref Geçer, parlamentera HDP’ê ya Agirî Dîlan Dîrayet Taşdemîr û gelek jin beşdarî merasîma vekirina buroyê bûn.

Taşdemîr di merasîmê de axivî û got; “Eger ku îro em li qada siyaset û civakê hene, li her derê dengê xwe bilind dikin ev jî bi saya têkoşîna mafdar a bi salan ya jinên Kurd e.”

Taşdemîr bi bîr xist ku Leyla Guven bi mehan e di greva birçîbûnê de ye û got; “Leyla bi çalakiya xwe têkoşîna jinan çawa tê kirin nîşanî me da. Leyla Guven ji bo xwe tiştekî naxwaze. Daxwaza wê ji bo her kesî ye. Daxwaza wê pêkanîna hiqûq, aşitî û azadiyê ye. Daxwaza wê rakirina tecrîda girankirî ya li ser rêzdar Ocalan e.”