Wêneyên 'pêvajoya çareseriyê' weke delîlê tawanbariyê hatin nîşandan

Dadgeha Tirk 9 kesên ku ji ber endamên komîsyona şopandina pêvajoya çareseriyê bûn hatin girtin, bi 'endametiya rêxistina terorê ya çekdar' sûcdar dike. Mûazzez Orhan got, desthilatdarî hewl dide xwe rizgar bike.

Kesên ku li Wanê hefteya derbasbûyî di êrişên qirkirina siyasî de hatind estgîrkirin, bi hinceta ku di komîsyona saziyên civakî yên sivîl ên ji bo şopandina vekişînê cih digirtin, ku sala 2013'an di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hatibû avakirin, hatin girtin.

Endamên heyetê Serokê Şaxê Wanê yê Mazlûm-Derê Yakûp Aslan, Serokê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê Omer Işik, Nûnerê KESK'ê Yilmaz Berkî, Rêveberê BDP'ê yê Bajêr Atîlla Kûmlî, Rêvebera Mazlûm-Derê Evîn Keskîn, Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Harûn Okay, nûnerên saziyên civakî yên sivîl Abdulkerîm Bayit, Salîh Îpek û Behîce Abî yên bi "endametiya rêxistina terorê" têne sûcdarkirin, polîs û dozgerên ku li dijî wan ti delîl peyda nekirin, wêneyên ku çapemeniyê di dema şopandina vekişandina gerîla de kişandibû, weke delîl nîşan dan. Wêneyên ku wê demê li hemû rojnameyan hatin weşandin, di sala 2022'an de ji aliyê dadgehê ve weke sûc hate hesibandin.

Dadgeha Tirk, înfazkirina HPG'iyan ku 10'ê Çileya 2016'an li maleke li Artemêtanê hatin înfazkirin, wêneyên berê bi wan re hatibû kişandin li dijî heyeta çavdêriyê weke tawanbarî hesiband.

9 kesên hatin sûcdarkirin di îfadeya xwe de diyar kirin ku pêvajoya çareseriyê bi agahiya heyeta mirovên aqîl û hikumetê pêk hat, karên di wê çarçoveyê de hatin kirin jî hemû li pêş çavên çapemeniyê hatin kirin. Tevî vê yekê jî dadgeha Tirk biryara girtinê da.

Ji kesên hatin girtin Serokê Mazlûm-Derê Yakûp Aslan nexweşê epîlepsî ye û 69 salî ye. Serokê ÎHD'ê yê Wanê Omer Işik jî 67 salî ye.

MÛAZZEZ ORHAN A HDP'Î: DOZÊN KÛMPASÊ NE

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan li ser mijarê axivî û bi bîr xist ku aliyekî pêvajoya çareseriyê, desthilatdarî bû. Mûazzez Orhan ragihand ku bi armanca bidawîkirina êşa 40 salî ya li welêt pêvajo hate destpêkirin û got, "Gelek saziyên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, berdevkên desthilatdariyê û kesên li qedemeyên diyarkirî ji bo rêveçûna vê pêvajoyê li her derê heyet ava kirin. 9 kesên li Wanê hatine girtin jî hevalên me ne ku wê demê di nava saziyên civakî yên sivîl de kar dikirin û bi agahiya desthilatdariyê ev kar dimeşand. Desthilatdariyê pêvajo têk bir û niha dest bi girtina her kesên tevlî vê pêvajoyê bûne kirine."

Mûazzez Orhan anî ziman diyar kir ku dîmenên wê demê ne sûc bûn û li gelek saziyên çapemeniyê hatin weşandin, niha ji aliyê desthilatdariyê ve sûc tê nîşandan ku desthilatdarî bi vî rengî dixwaze xwe rizgar bike û got, "Hewl didin ji xwe re hincetekê biafirînin. Vê yekê jî di ser partiya me re dike ku partiya me alîgirê aştî û demokrasiyê ye."

Mûazzez Orhan diyar kir ku eger sûcdarek hebe hingî desthilatdarî bi xwe ye û got, "Planeke bêbingeh û bi plan e. Desthilatdarî wê bi van dozan nikaribe encamê bi dest bixe. Kaos û krîzê girantir dikin. Her gava ji bo aştiyê hatiye avêtin ji bo gelên Tirkiyeyê hêja ye."