Welatiyên Minbicê cenazeyên 2 şervanan veşartin

Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyê 2 şervanên ku di berxwedanan li dijî çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bibûn, bi merasimekê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên şervana bi navê Mûna Mûstefa (Rojda Bawer) a ku 7′ê Adarê li gundê Boxazê û Basil Cûma (Egîd) ê ku 11′ê Adarê li gundê Mezyûna di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bibûn, ji nexweşxaneya Firatê ya bajêr wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Minbicê ve ketin rê.

Li goristanê, ji aliyê Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve merasîmekî leşkerî hat lidarxistin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Emîne Ebûd, bi navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şîlan Silêman û bi navê Rêveberiya Sivîl a Minbicê Nezîfa Xelo, axaftin kirin.

Di axafinan de sersaxî ji malbatên têkoşeran re hate xwestin û soza şopandina rêya şervanan hate dayîn.

Piştre nasnameyên her du şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê her du şervanan bi dirûşmeyan li goristanê hatin veşartin.