Hêrsa gelê herêma Behdînan a li dijî bomberan û êrîşên dewleta Tirk mezin dibe. Piştî bombebarana li ser Dêralokê û qetilkirina welatiyê sivîl, gelê herêmê rabû serhildanê.
GEL KETIN BAREGEHA LEŞKERÎ
Li gorî agahiyê pêbawer ên ji herêmê hatin girtin, welatiyê Şêladizê tevî astengiyên hêzên asayîşê jî ber bi baregehên artêşa Tirk a li herêmê ve ketine meşê û piştî baregeh dan berkeviran ketine baregehê. Dîsa çavkaniyan anî ziman ku hinek leşker ji aliyê gel ve hatine destgîrkirin.
AMÛRÊ LEŞKERÎ ŞEWITANDIN
Çavkaniyan agahiya ku tankên artêşa Tirk dane ber agir jî par ve kir. Her wiha kon û konteynirên li baregehên leşkerî, dîsa ambûlas û çend wesayît ji aliyê welatiyan ve hatin şewitandin.
Ji ber hêrsa gel leşker reviyane kişlayên leşkerî û xwepêşandana gel dewam dike. Gel daxwaz dike ku leşkerên Tirk ji xaka Başûrê Kurdistanê derbikevin.