Welatî berê xwe didin konê sersaxiyê ya Nazê Nayîf Qewal

Welatiyên Şengalê berê xwe dan konê sersaxiyê ya Nazê Nayîf Qewal ku di êrîşa duh a komên çete yên PDK’ê ya li Xanesorê de şehîd bibû, sersaxî ji malbatê re xwestin.

Ji bo Nazê Nayîf Qewal ku di êrîşa duh a komên çete yên PDK’ê ya li Xanesorê de şehîd bibûn, konê sersaxiyê hat vedan.

Konê sersaxiyê li herêma Serdeştê ya li ser Çiyayê Şengalê li ber çadira malbata Nazê hat vedan. Piştî vegirtina konê sersaxiyê, bi sedan welatî çûn serdana malbatê û sersaxî xwestin. Welatiyan her wiha hêrsa xwe ya li hemberî komên çete anîn ziman. Welatiyan gotin ku Nazê kesek sivîl bû û tenê dixwest li herêmê aştî pêk were. Lê belê ragihandina girêdayî PDK’ê ew wekî endama YJŞ’ê nîşan daye û ev nêzîkatiya ragihandina PDK’ê şermezar kirin.

Sibehê jî wê li konê sersaxiyê xwarin bê dayîn û axaftin bên kirin.