Wekîlên HDP'î: Di mijara girtîgehan de hişyar û berpirsyar bin

Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç gotin, hikumet bi qanûna înfazê hêzên mîlîtarîst, tecawizkar û kujeran ji şewba vîrûsa koronayê diparêze, lê girtiyên siyasî di nava lepên mirinê de dihêle.

Şewba vîrûsa koronayê ku li tevahiya cîhanê belav bûye, li Tirkiyeyê jî sedema mirinan e. Ji girtîgehan agahiyên li ser mirina mirovan a ji ber şewbê tên. Desthilatdariy AKP'ê bi guhertina di qanûna înfazê re kujeran û tecawizkaran berdide, lê di serî de rojnamevan girtiyên siyasî li derveyî vê qanûnê dihêle. Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Mûrat Sarisaç û Mûazzez Orhan gotin, hikumet bi hezaran kesî bi zanebûn di nava lepên mirinê de dihêle.

Sarisaç diyar kir, Wezîrê Edaletê Abdulhamî Gul aniye ziman ku kesên navborî li girtîgehên vekirî jiyana xwe ji dest dane û got, "Eger li girtîgehên vekirî ev dibe hingî rîska li girtîgehên girtî mezintir e. Rewş niha gelekî tirsnak e. Ya yekemîn; tevdîr li dijî vîrûsa koronayê nehatine wergirtin, ya duyemîn jî AKP mîna mijarên din dixwaze vê rewşa heyî jî ji bo xwe weke firsendekê bi kar bîne. Li tîpên T serjimartina li ser piyan dikin. Li hucreyên kesekî li girtiyan dixin. Bi navê partiyê em balê dikişînin ser vê yekê, vîrûsa korona li tevahiya cîhanê belav bûye. Tevdîrên li Tirkiyeyê bi giştî kêm in.

Li deverên mîna girtîgehan, ku di ser kapasîteya xwe re mirov lê tên hiştin û mirov gelekî nêzî hev in, derfetên belavnebûnê nîne. Bi qanûna înfazê re wê 80-90 hezar kes bên berdan, ku ev yek jî tê wateya qebûlkirina rîska li girtîgehan. Mirovên li derveyî qanûnê hatine hiştin di nava lepên mirinê de tên hiştin. Bi guhertina qanûnê re hêzên mîlîtarîs û alîgirê xwe parastine. MHP beriya niha bi pêşniyareke bi vî rengî hatibû, lê belê Erdogan wê demê ji ber fikarên siyasî red kiribû. Li Tirkiyeyê zexteke giran a raya giştî heye. Dixwazin vê yekê ji xwe re weke firsendekê bi kar bînin û hem alîgirên xwe berde, hem jî atmosfereke welê biafirîne ku mîna 'bi berpirsyarî tevdigere' nîşan bide. Ji kerema xwe re di mijara girtîgehan de em hemû hişyar bin û bi berpirsyarî tevbigerin."

MÛAZZEZ ORHAN: HÊZÊN MÎLÎTARÎST TÊN EFÛKIRIN

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî anî ziman, nêzî 300 hezar girtî û malbatên wan bi hêviyeke mezin li benda guhertina qanûna înfazê bûn, lê mixabin ji ber nêzîkatiya cihêkar a hikumetê, vê guhertinê bersiv nedaye bendewarî û pêwîstiyên civakî.

Mûazzez Orhan destnîşan kir, guhertina qanûna înfazê ya taybet li şûna ku bêhnê bîne ber civakê, civak bêhtir bêhnteng kiriye û got, "Şewba Covîd-19 li tevahiya cîhanê bi lez belav dibe û qada herî bi rîsk jî girtîgeh in. Mînaka bêedaletiyeke mezin e ku zêdeyî 1300 girtiyên nexweş û extiyar û girtiyên siyasî hemû li derveyî vê qanûnê hatine hiştin. Diz, çete, kujerên jinna, sûcdarên destavêtinê ketine ber çarçoveya 'sûcên li dijî şexs', lê bi hezaran siyasî, xwendekar û rojnamevan li gorî hiqûqa dijminatiyê hatine nirxandin."

Mûazzez Orhan diyar kir, Wezareta Edaletê bi xwe ragihand ku li girtîgehan mirovan ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane û got, "Girtîgeh ku saziyek êşkenceyê ye, niha jî di nava lepên mirinê û nexweşiyên şewbê de hatine hiştin. Fikarên ku em meheke tînin ziman mixabin pêk tên. Ev guhertina ku dûrî edalet û wekheviyê ye, di rastiyê de pêşnûmeyeke taybet a efûyê ye. Hikumetê bi hezaran kes di nava lepên mirinê de hiştiye. Desthilatdariya ku di nêzîkatiya cihêkar, dijminane û tekperest de israr dike, wê berpirsyarê mirina her mirovî be. Desthilatdariya AKP'ê mîna her carê ev krîz jî ji bo xwe weke firsendekê bi kar aniye û bi lez û bez hin tişt ji raya giştî revandiye. Di demekê de ku bala cîhanê û welat bi temamî li ser vîrûsa koronayê ye, desthilatdariyê efûya taybet a ku saleke nekarî derxîne, derxistiye. Têkildarî girtîgehan berpirsyarî dikeve ser milê her kesî û divê her kes di vê mijarê de hişyar û berpirsyar be."