Wekîlên HDP'î li dijî darbeyê meşiyan, polîsan êriş kirin

Parlamenterên HDPî li dijî darbeya ku li Meclîsê hate kirin meşiyan. Wekîlên ku bûn hedefa êrişa polîsan gotin, "Em ê serî netewînin". Wekîlan destnîşan kirin ku AKP desthilatariya şer û darbeyê ye.

Koma Parlamentoyê ya HDP'ê li ser girtina wekîlên wan Leyla Guven û Mûsa Farisogullari û wekîlê CHP'ê Enîs Berberoglu li Meclîsê daxuyanî da.

Piştî daxuyaniyê Serokwekîlên Komê û parlamenter ber bi Guvenparkê ya Kizilayê ve dest bi meşê kirin. Wekîlan dowîzên 'darbe heye' vekirin û bi dirûşma, ''AKP darbekar'' e dest bi meşê kirin. 

Polîsên AKP-MHP'ê êrîş anîn ser wekîlên HDP'ê.

Dema ku polîsên Tirk êrîş anîn çakêtê Wekîlê HDP'ê Ridvan Tûran çirandin. 

Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan helwest nîşan da û got,''Ho, polîsê bejndirêj, tu provaktor î, tu polîsê darbeyê yî.''

Wekîlê HDP'ê yê Izmirê Murat Çepnî jî got, ''Polîsan êrîş anîne ser wekîl û hevalên me. Em li djî darbeyê derketin kuçeyan. Çete hewl didin ku êrîşê bînin.''

Wekîlên HDP'î li cihekî nêzî Guvenparkê li ser Bûlwara Ataturk daxuyanî dan.

'DESTHILATDARIYA DARBE Û ŞER'

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç got, "Bûyerên ku niha diqewimin, wateya van pankartên me rave dike: Darbe tê kirin. Desthilatdariya heyî darbeyê li hiqûqê, edaletê û siyasetê dike."

Daxuyaniya Olûç wiha ye:

"Tevî pêvajoya darizandinê ya li Dadgeha Destûra Bingehîn temam nebûye, bi fermana ji Qesrê hate dayin, wekîltiya 3 parlamenteran hate betalkirin. Gavek welê hate avêtin ku destûra bingehîn hate binpêkirin. Serokkomar serdestî li ser qanûndanînê çêkiriye. Erka qanûndanînê xistiye bin serweriya xwe.

Mîna ku her roj û her kêliyê dike, destûra bingehîn binpê kiriye. Serokê giştî yê partiyekê ye û wekîltiya hevrikên xwe yên siyasî betal kiriye. Bi zexta li ser dadgeriyê re bi biryarên xwe li dijî hevrikên xwe yên siyasî têdikoşe. Desthilatdariya li hemberî me desthilatdariyeke wiha ye.

Darbe tenê ji aliyê payebilindên leşkerî ve nayê kirin. Ji bilî darbeyên leşkerî, siyasetmedarên sivîl ên bi kravat jî darbeyan dikin. Desthilatdariya li hemberî me desthilatdariyeke darbekar e. Desthilatdarî bi bikaranîna gotina 'darbeyê' dixwaze darbeya xwe binixumîne."

Olûç di dewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku desthilatdariya heyî desthilatdariya şer e û got, "Partî û dewlet kirin yek. Kêmî nîvê civakê temsîl dikin. Zêdeyî nîvê civakê mûxalefet e. dixwaze dawî li vê desthilatdariyê bê. Lê belê desthilatdarî tevî ku kêm e, ji bo desthilatdariya xwe biparêze her kesên ku li qada siyaseta demokratîk têdikoşin ya digire ya jî mîna ku îro hate dîtin bi binpêkirina destûra bingehîn nahêle ku li Guvenparkê jî daxuyanî bê dayin."

'EM Ê BI SERBILINDÎ LI SER PIYAN BIN'

Olûç destnîşan kir ku HDP wê bi rêxistinên xwe hemûyan bi serbilindî li ser piyan bin û got, "Em ê serî li ber zilma vê desthilatdariyê netewînin, em ê çokê netewînin. Hilbijêrên me, di serî de gelê Kurd ti carî serî netewand, ji niha û pê ve jî wê serî netewîne. Em ê biryardariya xwe her tim nîşan bidin."

Wekîlên HDP'î piştî daxuyaniyê bi qîrîna dirûşma "AKP darbekar" ji nû ve ber bi Meclîsê ve meşiyan.