Ji roja desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê li her sê bajaran bi sedan kes her roj çalakiyên rûniştinê dikin.
Çalakiya rûniştinê ya roja 16'an a li Wanê li Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Rêya Armûşê hate kirin. Parlamenterên HDP'ê Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Şevîn Coşkûn, Habîp Eksîk, Zuleyha Gulum, Hevşaredar û şêniyên bajêr tevlî bûn.
Sarisaç desteserkirina şaredariyan weke "darbeya qeyûm" pênase kir.
Sarisaç anî ziman ku polîtîkaya qeyûm domkirina zîhniyeta tekpereste û got, "Wê vê zîhniyeta qeyûm a qedexekar sibe li tevahiya Tirkiyeyê belav bikin û bikin şêweyê rêveberiyê."
Sarisaç diyar kir, Kurd, demokratên Tirkiyeyê mafdar in û got, "Ew jî zanin ku em mafdar in. Jİ bo serxistina vê mafdariya xwe em ê li qadan bin. Heta ku qeyûman ji vir bişînin em ê çi bikevin ser milê xwe pêk bînin."
Çalakiya rûniştinê bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.