Waliyê Kerkûkê: Em biryara parlamentoya Iraqê nas nakin

Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, têkildarî biryara parlamentoya Iraqê ya bi daxwaza daxistina alaya Herêma Başûrê Kurdistanê ya ji saziyên fermî daxuyanî da.

Kerîm di daxuyaniyê de got, ‘’Parlamenterên Kurd, li dijî biryara parlamentoya Iraqê helwesta xwe nîşan dan. Em jî dibêjin divê her kes bawer be ku ala ma wê tim li ba bibe’


Kerîm diyar kir ti heqê parlamentoya Iraqê nîn e ku biryara Meclîsa Bajêr a Kerkûkê tine bihesibîne û got, ‘’Em vê biryara parlamentoya Iraqê nas nakin. Ti heqê parlamentoya Iraqê nîn e ku vê biryara Meclîsa Bajêr a Kerkûkê tine bihesibîne. Di destûrê de jî tiştekî wiha nîn e.’’


Meclîsa Bajêr a Kerkûkê çend roj berê biryar standibû li saziyên fermî li gel alaya Iraqê ya Herêma Başûr jî daleqînin.


Parlamentoya Iraqê jî duh biryar standibû ku alaya li Kerkûkê hatiye hildan were daxistin. Parlamenterên Kurd ên di parlamentoya Iraqê de jî ji rûniştinê derketibûn.’’