Umît Dede: Rejîma Îmraliyê bandorê li girtîgehan hemûyan û civakê dike

Parêzer Umît Dede ragihand, ku tecrîda li Îmraliyê divê ne tenê bi rengê hiqûqî her wiha bi aliyê xwe yê civakî ve jî bê nirxandin û got, "Rejîma li Girtîgeha Îmraliyê bi rengekî şênber bandorê li girtîgehan hemûyan û civakê dike."

Greva birçîbûnê ya girtiyan ku 27'ê Mijdarê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, bi koma çaran di roja 21'ê de dewam dike.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ji Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar parêzer Umît Dede ji bo bersivdana li daxwazên girtiyan bang kir.

'JI BER BICIHNEANÎNA SOZÊN HATINE DAYIN GIRTÎ JI NÛ VE KETIN GREVÊ'

Umît Dede greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di Mijdara 2018'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û heta Gulana 2019'an bi 200 rojî dewam kir, bi bîr xist û diyar kir ku ji ber bicihnehatina sozên hatin dayin di 27'ê Mijdarê de li girtîgehan ji nû ve greva birçîbûnê dest pê kir.

Umît Dede bal kişand ser metirsiya şewba vîrûsa koronayê ya li ser çalakgerên greva birçîbûnê û diyar kir ku hikumeta AKP'ê berevajî hişyariyên rêxistinên hiqûqî û tenduristiyê yên neteweyî û navneteweyî tevdigere.

Umît Dede têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan ku jiyanê li girtiyan bêhtir giran dike wiha axivî: "Bi qanûna cezakirinê ya cihêkar û newekhev re ji aliyê pêwîstiyên xwarine ve pirsgirêkên mezin afirîn. Li şûna ku dema derketina derve û sporê bê zêdekirin, bêhtir hate kêmkirin. Tevî vê yekê li şûna ku derfetên tenduristiyê bên zêdekirin, girtiyên nexweş û yên bi nexweşiyên giran hîn bêhtir zorî dîtin ku biçin nexweşxaneyê û ji ber ku di vegera nexweşxaneyê de li karantînayê hatin bicihkirin jî pirsgirêkên girantir ên tenduristiyê rû dan. Em zanin ku girtiyên bi nexweşiyên giran nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe ya rojane bimeşînin. Ji ber kiryarên di dema karantînayê de girtiyan ji çûyîna nexweşxaneyê xwe vegirtin. Destûr nehate dayin ku rojname bigihêje girtiyan, her wiha radyoyên girtiyan jî ji wan hatin standin."

Umît Dede bi bîr xist ku li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 2020'î de 46 girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan û ji ber binpêkirina mafên mirovan derfetên jiyanê li girtîgehan kêm bûye.

TÊKILIYA NAVBERA HERDU DAXWAZAN

Umît Dede ragihand ku daxwaza girtiyên ketine greva birçîbûnê yek jê rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, daxwaza duyemîn jî bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan e û divê têkiliya navbera van herdu daxwazan rast bê fêhmkirin.

Umît Dede got, "Ji roja ku Birêz Ocalan li girtîgeha giravê hatiye bicihkirin û vir ve rejîmeke ku cihê xwe di qanûnan de nîne li ser kar e. Ev sîstema tecrîdê bi demê re li girtîgehan hemûyan belav bû. Binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan û tecrîda li Îmraliyê pêwendiya xwe bi hev ve hene. Piraniya binpêkirinên mafên mirovan ên ku girtî jê gelekî aciz in û li dijî wê dikevin greva birçîbûnê û rojiya mirinê, destpêkê li Îmraliyê bi cih hatin anîn û hîn jî tê ferzkirin. Cezayên dîsîplînê, binpêkirina mafê bêhnstandinê û astengkirina mafê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re... Ev pêkanînên ku li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kir û li girtîgehan hemûyan belav bû yek ji sedemên destpêkirina greva birçîbûnê ye. Girtî vê yekê baş zanin, heta ku rejîma Girtîgeha Îmraliyê bi rengekî hiqûqî neyê birêvebirin, ti ji girtiyên li girtîgehên cuda nabin xwedî garantiya hiqûqî. Lewma eger mafê kesekî bi tenê jî bê binpêkirin divê bibe sedema çalakiyê. Rejîma li Girtîgeha Îmraliyê bi rengekî çênber bandorê li girtîgehan hemûyan û civakê dike. Ji ber vê yekê jî daxwazên bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên li girtîgehan divê bi hev re bên nirxandin."

Umît Dede destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê ne tenê li ser zemîna hiqûqî bê nirxandin, her wiha divê aliyên wê yên civakî jî bên dîtin û diyar kir ku ji ber vê yekê divê bersiv ji daxwazên greva birçîbûnê re bê dayin.