Turk û Altindag: Li dijî dagirkeriyê divê Kurd yek bin

Hevşaredarên Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag gotin divê hemû Kurd li dijî dagirkeriya qeyûm bi hev re têbikoşin.

Helwesta li dijî darbeya 19'ê Tebaxê ya li ser şaredariyên Kurdistanê Amed, Wan, Mêrdînê didome. Her roj li Amed, Wan û Mêrdînê Kurd çalakiyên protestoyî li dijî waliyên mêtinger, qeyûman dikin. Her wiha li bajarên din ên Kurdistanê jî li dijî qeyûmên mêtinger çalakî têne kirin. Hevşdarên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag ji ANF'ê re axivîn.

TURK: ÊRÎŞÊN LI SER KURDISTANÊ PARALEL IN

Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Mêrdinê Ahmet Turk got êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û dagirkeriya li ser şaredariyan paralelî hev in, Kurdan di hilbijartina 31'ê Adarê de helwesta xwe li ser demokrasiyê diyar kirine û dengên xwe ji bo guherîn û veguherîneke demokratîk danîne. Turk diyar kir Kurdan li dijî nehiqûqî, nedadî û newekheviyê helwesta xwe danîne û Tİrkiye ji bo ku muxelefeta Kurd bêdeng bike, serkut bike tevdigere.

'ARMANCA ÊRÎŞÊ..''

Turk got, ''Gelek derdorên civakî dîtin ku darbeya siyasî ya 19ê Tebaxê ti têkiliya xwe bi hiqûqê û dadê re tine. Her wiha dîtin ku bêbextiyên ku dikin n rast in. Helbet em têkoşîneke domdirêj didin. Niha li Rojhilata Navîn geşedanên girîng hene, Kurd li Rojhilata Navîn aktorên girîng in û pêşengên guherîn û veguherînê ne. Dema ku em van hemûyan bînin cem hev, miro armanca êrîşan fêhm dike.''

'DIVÊ RÊVEBERIYA BAŞÛR BÊDENG NEMÎNE'

Turk her wiha got divê Kurd li dijî dagirkeriya qeyûman bi hev re têbikoşin û domand, ''Xwezî helwesta rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi qasî ya CHP'yiyan jî hebûya. Lê bêdeng in. Ev bêdengî wan kesên ku li ser Kurdan van polîtîkayên giran rê ve dibin wêrek dike.''

ALTINDAN: BERIYA NIHA PLANSAZIYA WÊ HATIBÛ DANÎN

Fîgen Altindag jî got, ''Ev dgairkeriya vîna gel e. Ev gav ji beriya niha plansaziya wê danîbûn. Weke ku tê zanîn, belgeyên vê jî derketine holê. Îro di serî de Mêrdîn, li bajarên ku qeyûm anîne ser her kes dibêje neheqî li wan hatiye kirin. Yên AKP'yî jî wiha dibêjin. Her beşê civakê helwest xwe nîşan die. Ev helwest her ku diçe li hemû cîhanê zêde dibin. Ev zilim e û nayê qebûlkirin.''