Turk: AKP ji bo Kurdan jî ji bo Tirkan jî felaket e

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk li Nobeda Demokrasiyê ya li Mêrdînê axivî û destnîşan kir, ku dagirkerî wê bibe sedema felaketê. Ahmet Turk bang li her kesî kir ku li dijî şer rawestin.

Nobeda Demokrasiyê ya li Mêrdînê ku li dijî talankeriya qeyûm tê kirin 51 roj in didome. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag her wiha parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Ahmet Turk li ber avahiya HDP'ê axivî û diyar kir, desthilatdariya heyî ya siyasî hewl dide bi polîtîkayên şer desthilatdariya xwe biparêze. Turk got, "Feraseta li hemberî me feraseteke welê ye ku dixwaze Tirkiyeyê bixe nava çirava Rojhilata Navîn. Ev feraset wê ji bo Kurdan jî ji bo Tirkan jî bibe felaket. Tirkiye wê di nava çirava Rojhilata Navîn de serkêşiyê ji kiryarên antî demokratîk re bike û di nava civakê de wê bêhtir bibe sedema bêbaweriyê û şikestinê."

'DIVÊ HER KES LI DIJÎ ŞER RAWESTE'

Turk stratejiya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke 'polîtîkaya felaketê' pênase kir û got, "Wezîfeya her kesên xwedî wijdan e ku nîşan bidin ku rê û rêbazên tên bikaranîn şaş e."

Turk destnîşan kir ku wê ji têkoşîna demokrasiyê venegerin û diyar kir, "Li Tirkiyeyê ferasetk heye ku aştiyê, biratiyê, paşerojê ya li Tirkiyeyê bi rêya siyaseteke şaş parçe dike. Di vê mijarê dem hêvî dikin ku gelê me li dijî şer raweste û ji bo aştiyê bikeve nava hewldanan."