TUBÎTAK: Em ê derbarê Medenî Yildirim raporê amade nekin

Rûniştina doza qetilkirina Medenî Yildirim hate kirin. TUBÎTAK’ê diyar kir ku ew ê derbarê dîmenên bûyerê raporê amade neke.

Li Taxa Hêzanê ya Licêya Amedê di 28’ê Hezîrana 2013’an de di protestokirina qaleqolan de Medenî Yildirim ê 19 salî ji aliyê leşkerên Tirk hatibû qetilkirin. Derbarê leşkerê bi navê Adem Çîftçî yê ku bi kuştina Yildirim dihat sûcdarkirin doz hatibû vekirin. Rûniştina 9’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Amedê hate kirin.

Bersûc û parêzerên wî bi îddîaya ku odeya musaît a SEGBÎS’ê tune, tevlî dozê nebûn.

TUBÎTAK: EM Ê RAPORÊ AMADE NEKIN

Bersivên ji ATK, TUBÎTAK û TRT’ê hate xwendin. Serokê dadgehê diyar kir ku TRT û ATK dikarin dîmenan baştir bikin û TUBÎTAK’ê diyar kiriye ku wê nikaribin rapora li ser bûyerê amade bikin.

Dadgehê ji TRT’ê rapor xwestibû lê TRT’ê di 16’ê Gulana 2019’an de ji dadgehê re bersiv şandibû û diyar kiribû, ji bo amadekirina raporê derfetên wan tune.

Parêzera Medenî Yildirim nerazîbûn nîşanî pêşkêşnekirina raporan da. Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî diyar kir ku TRT û TUBÎTAK naxwaze raporê amade bike û tevî lêgerîna heqîqetê bibin.

Piştî parastinan heyeta dadgehê rûniştin taloqî 14’ê Gulanê kir.