TJK-E: Êdî bes e, azadî ji Ocalan re!

TJK-E bi wesîleya 4'ê Nîsanê daxuyaniyek da û işaret bi tecrîda giran a 19 salan a li ser Ocalan kir.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd ev 19 sal in di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de li ber xwe dide û ji Komîteya Pêşîgirtina li Kiryarên Xerab û Êşkenceyêya Konseya Ewropayê (CPT) xwest ku biçe Îmraliyê û rewşa dawî bi raya giştî re parve bike.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd ne tenê şexsek e, ew lîderê tevgereke azadiyê ye, ramanger û îradeya gelekî ye û hate gotin, "Tevî vê yekê, pirsgirêka Kurd bi we ye. Garantorê aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Lewma dîlgirtina Birêz Ocalan tê wateya dîlgirtina hêviya azadiyê."

TJK-E diyar kir ku weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd a li Ewropayê, ji bo azadî, ewlekarî û tenduristiya Ocalan, ji bo CPT bi berpirsyariya xwe rabe wê roja 4'ê Nîsanê li gelemperiya Ewropayê bimeşin û got, "Wekî din, greva birçîbûnê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê wê roja 4'ê Nîsanê ji aliyê tevgera jinê ve bê girtin. 4'ê Nîsanê wê li ber avahiya CPT a li Strasbourgê mîtîngek were kirin."

TJK-E bi wesîleya rojbûna 69'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 3. a girankirin tecrîdê ev bang li dewletên Ewropayê kir:

* Divê CPT tavilê biçe Îmraliyê, rewşa dawî ya Ocalan lêkolîn bike û raya giştî agahdar bike.

* Divê CPT bike ku dewleta Tirk dawî li ser zextên fîzîkî û psîkolojîk ên li Îmraliyê bîne.

* Dewletên Ewropayê divê pêşî li şerê qirkirinê yê ku dewleta Tirk li Kurdistanê dike, bi taybetî li Efrînê bigirin. Hêz û bandora xwe ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd bi kar bîne.