Tifaqa Kurdistanê: Pêwîst e bi ti şêweyî vê qanûnê nepejirînîn

Xebatên Tifaqa Kurdistanê ya ku bertek nîşanî sazkirina cezayê înfaza cudaker dayî, bang kirin ku bi hemû şêweyî li dijî vê qanûnê derbikevin û tÊkoşînê mezin bikin.

Xebata Tifaqa Kurdistanê, derbarê qanûna înfazê ya ku niha li meclîsê tê niqaşkirin û 30 xalên destpêkê hatine erêkirin, bang li parlamenterên ku niha li meclîsê qanûna înfazê niqaş dikin, kesên ku di civakê de serdestiya wekhevî û edaletê diparêzin; kesên li dijî tunekirina mirovahiyê di nava civakê de ne û hemû kesên ku li dijî gefa Çînî ya vîrûsa Covit-19 ku li girtîgehan girtiyan bi mirinê re rû bi rû dihêle, bi Qanûna Ceza Înfaza  jiyanê diparêzin kir ku li dijî vê qanûnê bêjin na. Tifaqa Kurdistanê, bang  wîcdanê li gelan, rewşenbir, dayik, siyasetmedar û ronakbiran kir û wiha got: Ji Qanûna Cezayê Înfazayê ya ku ji ber nerînên polîtîk, bawerî û bîrdozî cudakariyê dixe nava girtiyan re bêjin NA!.

Siyasetmedar, akademisyen, parêzer, xwendekar, nivîskar, rojnamevan û zarok, dîsa kesên ku li kolanan bi çavgirtî kêran dixin destê xwe û mezin zarok kî dikevin ber destê wan kêr dikin, kesên civakê bi jehr dikin û bi madeyê tiryakî hişê civakê felç dikin û cihê tacîzkarên zarokan... Emê li dijî vê Qanûna Înfazê ku di navbera girtiyan de cudakariyê dike û li dijî girtiyên siyasî guhertinan çêdike, ji bo ku bi vî halê xwe di meclîsê re derbas nebe, dengê xwe bilind bikin."

'GER QANÛN WISA DI MECLÎSÊ DE DERBAS BIBE WÊ DARBEYEK MEZIN LI AŞTIYA CIVAKÎ BIXE'

Xebata Îtîfaqa Kurdistanê, anî ziman ku ger ev qanûn wekî xwe di meclîsê re derbas bibe wê darbeyek mezin li aştiya civakê bixe û wiha lê zêde kir: "Em ji bîr nekin ku; Mirov cuda bifikire û muxalif be, nabe sedema ku mirov sûcdar be. Tu kes ji ber cuda difikirin û xebatên xwe yên siyasî nayên tawanbarkirin û neyên cezakirin. Li gorî normên hiqûqa gerdûnî, hikûmet, xwedî heq û hiqûq e ku 'sûcê' li dijî dewletê pêk hatiye efû bike, lê ne xwedî erk e ku sûcê li dijî kesan pêk hatiye efû bike. Lê îqtîdara heyî dijberî vê yekê gavan diavêje."

BLOKA ÎQTÎDARA AKP-MHP'Ê DIXWAZE CUDAKARIYÊ BIKE

Xebata Îtîfaqa Kurdistanê herî dawî wiha got: "Bloka îqtîdara AKP-MHP'ê; bi vê qanûna înfazê ku anî rojeva meclîsê, dixwaze di navbera girtiyên siyasî û edlî de cudakariya bîrdozî, bawerî û polîtîk derbixe û bi vî şeklî di meclîsê re derbas bike. Em li dijî vê guhertinê li kolan, meclîs, mal û li ser medya civakî bi hemû hêza xwe bînîn ziman. Ji ber ku ev Qanûna Cezayê Înfazê ya bi halê xwe yê heyî li dijî edalet, hiqûq, wekhevî û sûcê normên mirovahiyê ye."