Tevlî daxuyaniyê nebûye lê lêpirsîn jê hatiye vekirin

Li ser Ahmet Aygûn ê DBP’yî li gel ku tevlê nebûye jî, bi hinceta ku tevlê sê daxuyaniyan bûye lêpirsîn hate destpêkirin.

Hevserokê Berê yê Wanê yê DPB’ê  Ahmet Aygûn ku demekê seroktiya TUYAD-DER’ê jî kirî, piştî ku salekê li girtîgehê ma hate berdan lê doz û lêpirsînên li ser wî didomin. Vê carê jî, ji ber daxuyaniyên çapemeniyê ku Aygûn tevlê nebûyî doz hate vekirin.

Bang li Aygûn kirin ku biçe li Midûrtiya Emniyetê ya Wanê îfadê bide, Ji Aygûn re gotin ku Sibata 2017’an bi Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag re çûye Nisêbînê, Cizîrê û Sûrê tevlî daxuyaniyan bûye. Ji Aygûn re hate gotin ku ku di van axaftinan de ‘propagandaya rêxistinê’ hate kirin û ev pirs ji Aygûn hate kirin: ‘’Çima te got, ‘birayên min ên HDP’yî?’’

Aygûn got ji ber daxuyaniyên ku ew tevlê nebûye tê sûcdarkirin û got li gel ku wî ev daxuyanî nedane jî bi daxuyaniyên çapemeniyê yên xeyalî doz lê hatine vekirin. Aygûn got wêneyên wî yên daxuyaniyên cuda hatine bikarnaîn û got, ‘’Armance ew eku li korîdorên Edliyê, li qereqolan me bibin û bînin.’’