Tevgerên Ciwanên Şengalê serdana malbata Şehîd Delal Botan kirin

Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî serdana malbata gerîlayê HPG’ê Delîl Botan kirin ku di êrîşê dagirkeriyê de şehîd bibû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 1’ê Kanunê de bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xelkê Şengalê ku ji neteweya Ereb ê bi navê Delîl Botan (Xalid Naîf) eşkere kir.

Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) roja Şemiyê serdana malbata şehîd Xalid kirin. 

Ciwanan sersaxî ji malbatê re xwestin, piştre li ser navê YJÊ û YJCÊ daxuyaniyek Salim Zerdeşt axivî.

Salim Zerdeşt; “Tê zanîn dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê zêdetirî 6 mehin êrişek berfireh dijî gerîlayên azadiyê û mirovên azadîxwaz dane destpêkirin. Tevgera Azadîxwaz ji bo gelê xwe şer dike, dewleta Tirk sûcên şer dike, çekên kîmyawî bikartîne. Şehîd Xalid ne tenê şehîdê vê malê bû, şehîdê Şengal û hemû ciwanên ji bo azadiyê şer dikeye. Şehîd Xalid ji bo civaka xwe, ji bo Şengal û gelê xwe têkoşînek bê hempa meşand û xwe fedakir.

Emê weke ciwanên Şengalê li ser şopa şehîd Xalidan bimeşin, emê layiqê keda wan bin. Çawa berê xwe ji Şengal da çiyayên Azad û hemberî dewleta Tirk ji bo Şengal, Ereb û gelê xwe şer kir, emê jî weke ciwanên Êzidî layiqê wan bin û rêya wan bişopînin.”

Li ser navê malbatê welatiyê bi navê Ebûzêd jî axivî û got; “Ti cûdahî di navbera Ereb û Êzidiyan de nîne, em hemu yek destin, şehîd şehîdê me hemûyane, wê cihê şehîdên me biheşt be.”

Herî dawî bê navber dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ hate qêrin.