Tevgera Azadî ya Kerkûkê destdirêjiya li ser jina li Pirdê şermezar kir

Tevgera Azadî Komelgaya Kurdistanê ya Meclîsa Kerkûkê bi dijwarî, destdirêjiya li ser jina Kurd ya xwedî pêwîstiyên taybet a bajarokê Pirdê şermezar kir.

Piştî sê rojan bi dîmenekî hate eşkerekirin ku çend kesî destdirêjî li jineke Kurd ku xwedî pêwîstiyên taybete li bajarokê Pirdê yê ser bi bajarê Kerkûkê kirin. Ew kesên ku destdirêjî kirin yek ji wan jî polîsê Kerkûkê ye, yên din jî endamên hêzekî çekdar in. Piştî belavbûna wan nûçeyan acizbûneke mezin kete nava kolanên Iraqê, bi giştî kolanên Kurdî.

Bi taybetî piştî ew dîmen eşkere bûn ku ew dîmen beriya hefteyekê hatibû girtin, hewldan ku van kesan veşêrin. Çend deste hatin avakirin ji bo lêkolîna vî sûcî ku ew deste jî ji desteyên Fermandeyên Operasyona Kerkûkê, Desteya Rêveberiya Polîsên Kerkûkê, Wezareta Navxweyî, Mafên Mirov ya Herêma Kurdistanê û Iraqê pêk dihatin.

Li dijî destdirêjiya li ser jina xwedî pêwîstiyên taybet a ji aliyê çend kesên bi cil û bergên hêzên leşkerî ku li ber bûn û belavkirina dîmenê destdirêjiyê, meclîsa Kerkûkê ya Tevgera Azadî Komelgaya Kurdistanê bi daxuyaniyekê helwest û nerazîbûnên xwe yên şermezkirinê ji raya giştî re ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

"Em bi navê Tevgera Azadî (Tevgera Azadî Komelgaya Kurdistan) ya meclîsa herêma Kerkûkê ew destdirêjiya ku ji aliyê endamekî polîs û çend endamên hêzekî çekdarî yên ku ji hemû nirxên mirovahiyê û exlaqiyê dûr ku destdirêjiya jina xwedî pêwîstiyên taybet kirin şermezar dikin.

Kesên ku dibin nav û cil û bergên leşkerî û hêzên ewlekariyê de ku erkên wan parastina can, mal û milkên welatiyane her wiha wezîfeya wan asayîş û aramiye lê mixabin wî navî ji bo destdirêjîkirina ser welatiyan bikartînin.

Ew tiştên ku li bajarokê Pirdê rû dan tiştekî ne ji rêzê ye û ne asayi ye, çend sûc in ku di heman demê de hatine kirin çend endamekî hêzekî desthilat destdirêjî ser jinekî dikin, carek din ewên ku dibine qûrbanî her dîsan jî jinin, li aliyê din jî ew jin xwedî pêwîstiyên taybete ev bi xwe jî sûcekî kirête.

Em weke Tevgera Azadî ji hemû dezgayên peywendîdar dawakarîn ku di demek zûtir de, tawanbaran bi sizayên yasayî bigihin sizayên xwe."