Tevgera Azadî li ser êrîşê daxuyanî da: Tengav bûne

Tevgera Azadî li ser êrîşa li Behdînanê ya li dijî namzetên Lîsteya Nifşên Nû daxuyanî da û destnîşan kir ku desthilatdarî (PDK) tengav bûye, lewma êrîş dike.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li ser êrîşa 28'ê Nîsanê ku li navçeya Zaxo ya Dihokê li dijî namzetên lîsteya 120'an a Nifşê Nû û Hevserokê Bereya Demokrasiya Gel Dr. Kamûran Berwarî, Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla û şandeya li gel wan hate kirin, daxuyaniyek da.

Tevgera Azadî ragihand ku duh dema Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla, Hevserokê Bereya Demokrasiya Gel Dr. Kamûran Berwarî ku di heman demê de namzetê Nifşê Nû ye û şandeya li gel wan ji bo bangeşeya hilbijartinê di nava gel de digeriyan, bûn hedefa komeke ser bi PDK'ê û di encamê de Berwarî birîndar bûye.

Tevgera Azadî êrîşa li ser Hevserokê wan Mihemed Ebdulla û hevserokê Bereya Demokrasiya Gel Dr. Kamuran Berwarî şermezar kir û wiha got: "Ji ber hevalên me û lîsteya wan ya 120 li devera Behdînan bi germî hatin pêşwazî kirin, êrîş li dijî wan pêk hat. Ev yek jî nîşan dide ku desthilat li herêma Behdînanê tengav bûye. Dîtin ku wê Dr. Kamuran Berwarî dengeke zêde ya herêma Behdînê bigire, ji lewma êrîş kirin."

Tevgera Azadî diyar kir ku ev êrîşa li dijî lîsteya wan û hevalên wan wê nebe sedem ku gav bi pav de biavêjin û gotin: "Em ji bo dost û hevalên xwe dibêjin ku em ê bi ti awayî van herêman ji bo aliyeke diyarkirî ya desthilata Başûr terk nekin û daxwaz ji xelkê hêja yê herêma Behdînanê jî dikin ku di van hilbijartinan de tola zilm û zora desthilatiya 27 salên derbasbûyî hilîne."