Tevgera Azadî: Divê endamên me demildest serbest bên berdan

Tevgera Azadî ku xwest endamên wan ên di çalakiya 4 roj berê ya ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de hatibûn destgîkirin demildest serbest bên berdan û ragihand ku ger ew neyên berdan dê dest bi çalakiyê bikin.

Tevgera Azadî der barê destgîrkirina endamên xwe yên ku di rojên borî de ji aliyê hêzên ewlehiya Silêmaniyê ve hatin destgîkirin daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadî ya herêma Silêmaniyê Şehên Mihemed ve hat xwendin.

Şehên Mihemed diyar kir ku ev çar roj in sê endamên wan di roja cîhanî ya li dijî dagirkeriyê de di dema xwepêşandana li dijî dagirkeriya Tirk de ji aliyê hêzên ewlehiya Silêmaniyê ve hatine destgîrkirin.

Mihemed anî ziman ku hejmarek çalakvanên Silêmaniyê destura xwepêşandanek li dijî dagirkeriyê wergirtibûn, ew jî wek Tevgera Azadî tev li xwepêşandanê bûn. Mihemed diyar kir ku di dawiya çalakiyê de sê endamên wan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine destgîrkirin û got: “Li gor me hin dest di nava hêzên ewlehiyê de hene ku li dijî çalakiyên li dijî dagirkeriyê ne. Ev alî hewil didin van çalakiyên bi vî rengî berê wan bi aliyek din de bibin. Ji sê kesên hatine destgîrkirin du ji wan endamên Tevgera Azadî ne, yek jî endamê Komeleya Ciwanên Welatparêze.“

Mihemed diyar kir ku parêzerên wan heta niha tenê carekê hevdîtin bi destgîrkiriya re kiriye û wiha bi dawî kir: “Eger demildest endamên me neyê serbest berdan em ê ji sibe û şûnde dest bi çalakiyên xwe yên sivîl bikin.“