Tevgera Azadî çû serdana gora Mamosta Şemal

Tevgera Azadî serdana gora mamosta Suheyl Xurşîd kir ku weke Mamosta Şemal tê naskirin.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) serdanên xwe yên ji bo malbatên şehîdan dewam dike. Di vê çarçoveyê de Tevgera Azadî duh li bajarokê Kifrî serdana gora mamosta Suheyl Xurşîd ê weke mamosta Şemal tê naskirin, kir.

Malbata şehîd Şemal pêşwazî li endamên Tevgera Azadî kir û kêfxweşiya ya ji serdanê anîn ziman. Malbatê ragihand ku ew ê heya dawî rêya şehîd Şemal bişopînin û têkoşîna xwe dewam bikin.

Hêjayî gotinê ye di 28’ê Tebaxa 2022’an de dîroknas, lêkolînvan û Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Suheyl Xurşîd bi nasnav Mamosta Şemal, li Kifrî li ber derê mala xwe hat gulebarandin û şehîd bû.