Terora dewletê ya li Sêrtê: 8 kes girtin

Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê endamên Meclîsa Giştî ya HDP’ê jî di nav de 8 kes hatin girtin.

Li Sêrtê  19’ê Tebaxê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hat destpêkirin de, Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr ên HDP’yî Hatîce Tay û Sabrî Tay, her wiha welatiyên bi navê Bahrî Beştaş, Fayik Taş, Hayrettîn Batûr, Îdrîs Îlhan, Medenî Aydin û Zekî Erdemcî hatibûn destgîrkirin. Kar û barên îfadeyên li emniyetê bi dawî bû û ew birin Edliya Sêrtê. Dozger û dadger îdîaya her 8 kes “endamên rêxistinê ne” girtin û ew şandin girtîgehê.