Terora bi wesayita zirxî: Zarokekî din birîndar bû
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, wesayiteke zirxî ya polîsan li zarokekî xist. H.A. yê 17 salî bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, wesayiteke zirxî ya polîsan li zarokekî xist. H.A. yê 17 salî bi giranî birîndar bû.
Li gorî agahiyan, wesayita bi tîpa Ranger a polîsan li Geverê li H.A. yê 17 salî xist.
Zarokê ku bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Ji ber rewşa wî giran e, ew raikrin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê.
DI NAVA 13 SALAN DE 42 KES BI WESAYITÊN ZIRXÎ HATIN QETILKIRIN
Wesayitên zirxî yên dewleta Tirk li bajarên Kurdan gefeke mezin e. Li gorî Komeleya Mafên Mirovan di navbera salên 2008 û 2021'ê de di nava 13 salan de 42 kes bi wesayitên zirxî hatin qetilkirin ku 20 ji wan zarok bûn.