Tenduristiya Yagiz giran bû, tedawî red kir

Yek ji berxwedêrê greva birçîbûnê Nasir Yagiz ê li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê 165 roj in di grevê de bû, ji ber giranbûna rewşa wî rakirin Nexweşxaneya Jîn. Yagiz tedawî red kir.

Rewaş tenduristiyê ya Nasir Yagiz ê ji 20’ê Mijdara 2018’an û vir ve li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva bê dawî û bêdorveger de ye giran bû.

Yagiz ê rewşa wî duh di saetên şevê giran bû, rakirina Nexweşxaneya Jîn. Piştî kontrolên doxtor Yagiz tedawî red kir û çalakiya xwe didomîne.

Yagiz 26'ê Sibatê di roja 98'an de ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rakiribûn Nexweşxaneya Par, piştî kontrolên doktoran Yagiz tedawî red kiribû û berxwedana xwe dewam kiribû.

Her wiha berê jî 1'ê Çileya 2019'an de jî Yagiz di roja 73'an de rakiribûn nexweşxaneyê. Lê piştî kontrolên doktoran Yagiz bi biryardarî çalakiya xwe domandibû.

Li ser rewşê Yagiz Hevseroka Nûnertya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş agahî da ANF’ê. Guneş bibîr xist ku berî du rojan rewşa Yagiz giran bûbû, lê duh şev hê zêdetir bû, li ser vê rewşê me rakir Nexweşxaneya Jîn. Guneş anî ziman ku doxtoran kontorlên tenduristî kirin û diyarkirin ku ji ber bêtaqetî û lewazbûna laşê wî nema dilê wî dikare baş bixebite.

Her wiha Guneş diyar kir ku êşa laş û dîsa êşa çavên wî pir bûne heta hinek rojan nikare bibîne jî. Guneş destnîşan kir ku Yagiz tedawî redkir û çalakiya xwe didomîne.”