Temellî tevlî şahiya vekirina boroya hilbijartinê ya Bedlîsê bû

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê li Bedlîsê bi gel re civiya derxistina cenazeyên li Goristana Garzan bibîr xist û got: “Goristanan hildiweşînin, cenazeyan derdixe. Ev dijminahiyek çiqas xedar e.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Bedlîsê li navenda bajar bi gel re civiya. Piştî vekirina buroya hilbijartinê ya li Norşîn û şûnde Temellî û HDP’yî derbasî Bedlîsê bûn. Temellî yê ji aliyê gel ve bi coş hate pêşwazîkirin, ji navenda bajar derbasî ser Rêya Kazim Dirik bûn. Di serdanê de namzetên hevserokatiyê yên şaredariya Bedlîsê Zekiye Îlbasan û Farûk Îşker silav dan gel.

Zekiye Îlbasan ev tişt anî ziman: “Em neviyên Seîdê Nûrsîn e. Me ji wan çanda berxwedan û têkoşînê girtiye. Em ê bi wê berxwedanê 31’ê Adarê bi ser bikevin.” Farûk Îşler jî got: “31’ê Adarê em ê şaredariyê bistînin.”

Piştre jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî silav da gel. Temellî got: “80 milyonî dikin terorîst. Ew jî têr nekir pîvaz û bacan kirin terorîst. 31’ê Adarê tê biçî.

Temellî diyar kir ku 267 cenaze ji Goristana Garzan a li Bedlîsê derxistine û nedane malbata û wiha bilêv kir: “Goristanan hildiweşînin, cenazeyan derdixin. Ev dijminahiyeke çiqas xedar e.”

Piştî axaftina Temellî buroya hilbijartinê ya li ser rê hate vekirin.