Temellî gote Erdogan: Em li vir in, tu yê biçî!

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî got AKP wê bersiva xwe di sendoqê de bistîne, bal kişande ser dijminatiya Erdogan a li Kurdan û got, ''Heke fihêt neke wê qoqê serê me bipîve. Em li vir in lê tu yê biçî.''

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Sezaî Temellî bi çarçoweya xebatên hilbijartina xwecih li Tetwan a  Bedlîsê, li ber avahiya navçeya HDP'ê axivî.


'ÎSLAMÊ BI KAR TÎNE'

Ji Tevgera Azadî Ayetûllah Aşitî got AKP bi Îslamê gel dixapîne.  Namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Serap Çakmak û Yeşîltepe gotin ew ê bi gel re şaredariyê rê ve bibin.

'HEKE TECRÎD BIQEDE WÊ BÊDADÎ BIQEE'

Temellî bal kişande ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ketiye roja 119'an, û got, ''Dawî li tecrîdê bînin. Dawî li tecrîdê bînin da ku şer biqede. Leyla Guven û bi sedan girtî li girtîgehan û li gelek deverên cîhanê hevalên me di grevê de ne. Heta ku tecrîd neqede bêhiqûqî naqedin. Ji bo vê em dibêjin, li dijî vê bêdadiyê her kes divê dengê xwe rake. Bêyî ku dawî li vê bêdadiyê were rê li welêt venabe. Her roj bêdadî zêde dibin. Banga me ya qedandina tecrîdê, banga qedandina vê nehiqûqiyê, vê bêdadiyê ye.''


JI BO ERDOGAN: DI SENDOQÊ DE TU YÊ BERSIVA XWE BIBÎNÎ

Temellî bi berdewamî  bal kişande ser êrîşên li ser  HDP'ê û got, Kurd û muxalîfên AKP'ê wê bi deverekê ve neçin û domand, ''Hemû gelên Tirkiyê wê bersiveke xweş bidin te''. Temellî wiha domand, ''Li Exlatê gel bi hev re dijîn. Haya te ji vê tine. Ji bo vê Kurd, Tirk, Azerî û gelên din wê di sendoqê de bersiva herî xweş bidin te. Divê em bibêjin, ''em li vir in, tu yê biçî''.

Temellî li ser polîtîkayê qeyûmên dagirker jî got, ''Niha dema wê ye ku em ji van qeyûman xilasbikin. Li Tetwanê qeyûm tine lê şaredariyeke ji qeyûmê xirabtir heye. 31'ê Adarê dema wê ye ku em ji qeyûman û ji Şaredariya Tetwanê xilas bibin.''

'HEKE FIHÊT NEKE WÊ QOQÊ SERÊ ME BIPÎVE'

Temellî li dijî gotinên Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan, ku ji bo Temellî gotibû, ''ne  Kurd e jî'', wiha axivî: ''Dema ku heqaretê li şexsê min dike jî heqaretê li vî gelî dike. Vî gelî mîna berdestikê xwe be dibîne. Em welatiyên esîl ê vî gelî ne. Em Kurd in, Tirk in, Ermenî ne. Heke fihêt neke wê qoqê serê me bipîve. Dîrok ne kesê weke te, kesên ku ji bo gel têdikoşin bi bîr tîne. Weke Kemal Pîr, Mahîr Çayan. Li vî welatî tu sûc dikî. Tu gelan li hev sohr dikî. Dawî li vê bîne. Veqetandina Kurdan, veqetandina Tirkan, Ermenan wê gelek êşan bide vî welatî. Şîreta min li te hiş be. Hema sê rojan hiş be. Bihêle, bila gel biaxive.''

Temelllî herî dawî got, ''HDP siberoja vî welatî ye. Em li deryayên reş fener in, em siberoja vî welatî ne.''