Temellî: Em xwedî li îradeya xwe derdikevin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di roja 14'an a çalakiya protestoyî de ya li Amedê axivî û got, "Em xwedî li îradeya xwe derdikevin, xwedî li bajarê xwe derdikevin."

Li dijî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê li Amedê 14 roj in çalakiya rûniştinê tê kirin.

Girseya gel careke din li kolana Lîseyê li hev kom bû û dest bi qîrîna dirûşmên "Amed a me ye", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Li dijî qeyûm bi hev re tevbigerin", "Ev hîn destpêk e têkoşîn wê bidome", "Bi yekîtiyê em ê bi ser bikevin" kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li gel Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeyê hat dûrxistin serdana çalakgeran kir û beşdarî çalakiya rûniştinê bû. Welatiyan Temellî bi çepikan û berzkirina dirûşman pêşwazî kir.

Piştî demek ku çalakiya rûniştinê pêk hat, derbasî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Ewil Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari axivî û behsa armanca çalakiyê kir.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî got, "Berxwedana me ya li kolanan 14 roj in didome. 14 roj in li vî welatî darbe pêk anîn. Vîna bi milyonan însan tune hesibandin. Vîna sindoqan tune hesibandin. Bi wezîfeya tundiyê dest danîn ser vîna xelkên Amed, Wan û Mêrdînê. Em li vir in û xwedî li vîn, bajar û kolanên xwe derdikevin. Werin em hemû bi hev re xwedî li vîna xwe derkevin û li têkoşîna xwe derkevin. Em li dijî qeyûman û vê pergala faşîst têbikoşin û dest ji kolanan bernedin. Em ê dest ji nasname, çand û zimanên xwe bernedin. Em ê ji bo siberojek wekhev û demokratîk a welat têkoşîna xwe dewam bikin.

Tekane tiştek di destê wan de maye ew jî dijminahiya gelê kurd e. Em ê bi hev re dawî li vê dijminahiyê bînin. Siyaseta li vir siyaseta bi hev re bûnê ye. Werin em vê siyasetê li her deverê Tirkiyeyê mezin bikin. Heke em mezin nekin, wê ev feraseta qeyûm û yekperest li her devera Tirkiyeyê belavtir bibe û me bi qeyûman bi rê ve bibin. Em li ku deverê dibin bila bibin em ê xwedî li hemû nirx û hebûna xwe derkevin. Em vê zîhniyeta yekperest qebûl nakin. Em natirsin, bêdeng nabin û em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin."

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya 10 deqîqeyan li dar xistin û çalakiya îro bi dawî bû.