Temellî: Di 1’ê Nîsanê de em ê çavê xwe li hêviyê vekin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got ku, “Wekî Leyla Guven em ê jî li hemberî tecrîdê dengê xwe bilindtir bikin”û diyar kir ku di 1’ê Nîsanê de ew ê gel çavê xwe li hêviyê vekin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û şandeya pê re piştî hevdîtina li Tetwanê derbasî navçeya Norşînê ya Bedlîsê bûn. Temellî û şandeya pê re ewil li gundê Mor ê bi ser navçeya Norşînê ve çû serdana taziyeyekê û ji malbatê re sersaxî xwest. Temellî û heyeta xwe li Norşînê ji aliyê coşa gel ve hat pêşwazîkirin. Polîsan li navçeyê tedbîrê mezin girtin. Li ber buroya hilbijartinê bi sedan welatî kom bûn û li ber stranan govend gerandin û dirûşm berz kirin. Du ciwanên slogan berz kirin ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.

Piştî Temellî û yên li gel wî hatin ber buroya hilbijartinê xîtabî gel kirin. Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Norşînê Dîlek Ozan û Hîkmek Taşdemîr gel silav kirin û gotin ew ê di 31'ê Adarê de şaredariyan xwe bi dest bixin.

‘TEMELLÎ: EM NAÇIN TU DERÊ, EV DER WELATÊ ME YE

Temellî di axaftina xwe de got ku, “Her dever barîkat e. Ez lê dinêhirim êdî polîs jî tên li me guhdar dikin. Em diçin ku hemû hêza emniyetan li pey me dixin û dora me dorpêç dikin. Baş e bila guhdar bikin. Peywîra wan ew e ewlehiya cemaweriyê bigirin. Lê mixabin li dora walî û AKP'iyan kom bûne û propagandaya AKP'ê dikin. Ev sûc e.

 72 millet li welat dijîn. Hiqûq ew e ku îradeya jiyana bi hev re ye. Hiqûq ne qeyûm û şîdet e. Ji bo wê em ê hemû qeyûman bi hev re paqij bikin û biavêjin. Hemû şaredarî xistine bin deynan. Saziyên zimanê Kurdî qedexe kirin. Çimkî li ser serê van kesê dibêje 'bicehimin biçe' heye. Em naçin em li vir in û em li welatê xwe ne. Xizmeta bi Kurdî tune ye. Perwerdehî û xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê Kurdî nîne. Navê van polîtîkaya înkarê ye. Polîtîkaya înkarê dikin. Bi vê nebaşiyê civakê dabeş kirin. Em jî dibêjin ev yek sûcê herî mezin e. Ji bo vê yekê em ê hemû bi hev re biçin ser sindoqan û bersiva wan pêwîst bidin. Em ê îradeya ku hemû gel bi hev re bijîn, di sindoqan derxin holê û nîşanî wan bidin.”

 ‘AKP’Ê PEYKERÊ EHMEDÊ XANÎ HILWEŞAND’

Desthilatdariya AKP'ê çand, ziman û dîrokê tune dike. Yên xwe nas nakin peykerê Ehmedê Xanî hilweşandin. Dixwazin bi hilweşandina peykerê Ehmedê Xanî gelê Kurd xwe û edebiyata xwe nas neke. Peykerê Roboskî xera kirin. Armanc ew e ku sûcên xwe veşêrin. Em ê tu carî ji bîr nekin, wm ê dawî li vê şerma qeyûm bînin. Ew dibêjin tişta ku kirine qey wê li ba wan nemîne. Em ê hesabê hemû neheqiyên we bipirsin.

Divê hin bêtir em bixebitin û bi ser kevin. Wê serê sibeha 1'ê Nîsanê gelên Tirkiyeyê bi hêviyek azadî û aştiyê şiyar bibin."

Temellî û heyeta pê re piştî axaftinan buroya hilbijartinê vekirin û piştre ji bo hevdîtina bi gel re çûn Bedlîsê.