Temelî: 31'ê Adarê em ê hemûyan bimalin!

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî li Agirî axivî û got, ''31'ê Adarê em ê hemûyan bimalin'' û diyar kir, heta ku tecrîd neqede zilm naqede. Hevserokê KCD'ê Ozturk jî got, ''Ev der Kurdistan e, em jî Kurd in''.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, xîtabî Agiriyan kir û got: “Kesê ku di ser Pira Osman Gazî re derbas dibin hene? Tine ne. Lê hûn her roj pereyê vê pirê didin.” Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî, bang li Erdogan kir û got: “Ka li dîroka me mêze bike ku çi ji tere dibêje. Ji te re dibêje ev der Kurdistane, em jî Kurd in.”
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û şandeya gel wî,  di çarçoveya bernameya hilbijartinê de îro li Agiriyê bûn. Din ava şandeyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî hebû. Temellî û şandeya pê re, di ketina bajêr de, ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin. Temellî welatiyên derketin ser kolanan silav kir. Agiriyên ku ketin pey otobusa hilbijartinê, herikîn ber avahiya HDP’ê ya Agiriyê. Agiriyên bi alên HDP’ê qad xemilandin, bê navber dirûşmeya “Ya me ye” berz kirin û govend gerandin. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Agiriyê Yelîz Karaaslan û Abdurrahman Dogan gel silav kirin. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, axaftinek kûrt kir  û wiha got: “Heta tecrîd bi dawî bibe, em ê li ber xwe bidin. Emê bi têkoşîna xwe tecrîd bişkînin. Em li dijî polîtîkayên qeyûman, bi berxwedanê bi ser bikevin.”
 
‘EM Ê QEYÛMAN PAŞ VE BIŞÎNIN’
 
Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Agiriyê, Yelîz Karaaslan jî axivî û wiha got: “Em ê bi hev re bi ser bikevin û bi hev re bi rê ve bibin. Me cesaret ji we girt û em wisan ketin rê. Em ê bi biryardariyek mezin qeyûman paş ve bişînin.”
 
‘EVDER KURDISTANE, EM JÎ KURDIN’
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî, di axatina kir de bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha xîtabî gel kir: “Leyla Guven û girtî di greva birçîbûnê de ne. Em dizanin ku li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan tecrîdek giran heye. Erdogan dibêje ‘Kurdistan tune ye û herin Kurdistana Başur.’ Ey Erdogan;  ka li dîroka me mêze bike. Ka biçe Girê Xerawreşkê ya Rihayê. Wê demê tu yê bibînî ka çi ji te re dibêje. Ev der Kurdistin e, em jî Kurd in. Tenê li ser kuştina Kurdan polîtîka dikin. Radibin û rûdinin dibêjin Kurd. Bi salen e hûn zextê li Kurdan dikin, lê va ye Kurd dîsan li ser piyan e.”
 
‘BÊ SEROK JIYAN NA BE’ 
 
Piştî axaftina Ozturk girsiyê dirûşmeya “Bê serok jiyan na be” berz kirin. 
 
‘GUVEN 118 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE’
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî piştî Ozturk derket ser otobûsê û gel silav kir. Temellî, diyar kir ku li welat bêhiqûqiyek mezin heye û wiha axivî: “Dawî li vê bêhiqûqî û bêedaletiyê anîn, di destên me de ye. Li vî welatî tecrîd û zilm heye. Li vî welatî heya ku tecrîd bi dawî nebe, ne mimkun e ku hiqûqa rastîn bê avakirin. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe Leyla Guven ev 118 roj in di greva birçîbûnê de ye. Bi beden û dengê xwe li ber xwe dide. Heya  ku tecrîd bi dawî nebe, zilam bi dawî nabe. Heya  ku tecrîd ranebe, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Ji ber vê em dibêjin werin em hemû bi hev re piştgiriyê bidin hevalên xwe yên ku di greva birçîbûnê de ne û em bi hevre vê tecrîdê bişkînin.”
 
‘EM Ê XWEDÎ LI AGIRIYÊ DERBIKEVIN’
 
Temellî, anî ziman ku ew ê xwedî Agiriyê derbikevin û wiha pê de çû: “Jêderkên vî welatî, têra vî gelê dikin. Lê hemûyan ji çêkirina ÎHA, SÎHA û guleyan bi kar tînin. Kesekî li ser Pira Osman Gazî re derbas dibin hene? Na; lê hûn her roj pereyê vê pirê didin. Ji we didizin û xwe dewlemend dikin. Îro li Agirî, Îdir û Qersê nexweşxane tune ne. Hemû nexweşên we dişînin Erzeromê. Lê em ê xwedî li Agiriyê derbikevin.”
 
‘LI CIHÊ KU EM LÊ HATINE DINÊ EM Ê XWEDÎ GELÊ XWE DERBIKEVIN’
 
Temellî, dest nîşan kir ku li cihê ku ew lê hatine dinê, wê xwedî li gelê xwe derbikevin û wiha bilêv kir: “Bi şev û roj êrîşê dibin ser HDP’ê.  Dema ku me nabînin jî, vê carî êrîşê dibin ser pîvazan. Bi salan e, em bi têkoşîna xwe gehiştin vê astê. Em ê demokrasiya di xeyalên gelan de bînin vî welatî. Her ku em bimeşin, wê demokrasî, aştî, hizûr û azadî we re vî welatî. Em ê hemû bi hevre pêşerojê ava bikin. Ji ber vê em ê di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan.”