'Têkoşîna gerîla têkoşîna kedê ye'

Gerîlayê li herêma Bradostê Firat Nûrhak: 1'ê Gulanê ji bo hemû kedkar, demokrat û şoreşgeran roja hevpar a berxwedan û hevgirtinê ye.

Gerîlayê HPG'ê Firat Nûrhak bi boneya 1'ê Gulanê Roja Kedê û Hevgirtinê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku lazim e ev cejn bibe zemînê têkoşînê.

Nûrhak di destpêka axaftina xwe de şoreşgerên ku 1'ê Gulana 1977'an li Taksîmê hatin kuştin bi bîr anî û got; "Bîranîna şehîdên Taksîmê, îro di têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê de zindî ye."

Nûrhak cejna 1'ê Gulanê li mirovahiyê pîroz kir û got, "Di pêvajoyeke wisa de ku modernîteya kapîtalîst di dema xwe ya fînans-kapîtalê de dixwaze kedkaran, karkeran, bêkaran, jinan, mîlyonan kesên ji welat dane koçkirin, zarokan û tevahî bindestan bike koleyên modern, roja 1'ê Gulanê ji bo azadî û rizgariya gelan xelekeke girîng e."

'LI DIJÎ KAPÎTALÎZMÊ HIŞMENDÎ Û ÇALAKÎ PÊWÎST E'

Nûrhak diyar kir ku 1'ê Gulanê ji bo têkoşîna sosyalîzma demokratîk salvegereke girîng e û wisa domand; "Îro mirov bi zordariya lepek sermadeyaran û hêzên netewe-dewletê bi karkeriyek erzan, koletiyeke modern tên ajotin. Bi milyonan mirov mehkûmî bêkariyê hatine kirin, jin di statuya karkerên bêheqdest de tên girtin, bi karkeriya zarokan ve jî tevahî civak bi xizmeta sermayeyê tê dehfdan.

Di pêvajoyeke wisa de ku li şûna ekonomiya civakî endustriyalîzm tê bicihkirin, beşek mezin a dahatûyên aborî ji bo endustriya şer tê veqetandin, ji bo tevahî gelên bindest têkoşîna sosyalîzma demokratîk rêya esasî ya rizgariyê ye. Ji bo ku aboriya komunal û hevsengiya ekolojîk a xerabûyî ji nû ve bê avakirin, lazim e li dijî kapîtalîzmê sekneke bi hişmendî û çalak hebe."

'LI KURDISTANÊ KED TÊ QIRKIRIN'

Gerîlayê HPG'ê Nûrhak ragihand ku mêtingeriya kedê ya li Kurdistanê têkildarî rejîma qirkirina çandî ye û wiha pê de çû; "Îro qada ku hêzên emperyalîst û herêmî herî zêde mêtingeriya kedê dikin,  Rojhilata Navîn e ku şer lê zêde ye. Ya ku ji vê mêtingeriyê jî herî zêde bandor dibe navenda Rojhilata Navîn, Kurdistan e. Kurdistan xwedî erdnîgariyeke wisa ye ku çavkaniyên xwe yên sererd û binerd dewlemend e, ji bo cotkarî û ajalkariyê guncav e. Li welatekî mîna Kurdistanê ku her çar demsal jî tên jiyîn, xwedî avhewayeke dewlemend e, gelê Kurd birçî tê hiştin, bi milyonan mirov li warên xerîbiyê wek karkerên bêwesf tên xebitandin. Ev rewş qasî ku mêtingeriya kedê ye, her wiha sepanînek qirkirinê ye jî. Ev sepanîn esas li dijî gelê Kurd sepanînek qirkirina çandî ye ku dixwaze gelê Kurd bi birçîbûnê terbiye bike, ji cih û warê wê bide koçberkirin."

Firat Nûrhak îfade kir ku têkoşîna gerîla pêwîstiyê bi kedê dibîne û wiha berdewam kir; "Şerê kedê, bi pêşengiya Rêber Apo ji aliyê Tevgera me ya Azadiyê û gelê Kurd ê kedkar ve tê dayîn. Li dijî mêtingeriya kedê li her derê Kurdistanê û li derveyî welêt berxwedaneke mezin a kedê û azadiyê tê meşandin.  Têkoşîna gerîla di cewher de têkoşîna kedê ye. Berxwedana gerîla ku li her derê Kurdistanê li dijî hêzên kedxwar ê netew-dewletê tê meşandin, mîna kelheya têkoşîna kedê ye. Di serî de çiyayên Kurdistanê ku bûne mewziyên azadiyê, her ku têkoşîneke mezinkirina vê kelheyê tê meşandin, her ku li dijî yekdestdarên har ên mêtingeriyê çeper tên bidestxistin, em ê karibin dinyayeke hê adil bi dest bînin."

'TÊKOŞÎNA KEDÊ YEKÎTIYÊ DIXWAZE'

Nûrhak diyar kir ku mêtingeriya kedê ya ku sîstema kapîtalîst pêk tîne dikare bi kedeke şoreşgerî bê rawestandin û herî dawî ev anîn ziman; "Lê, ji bo vê yekîtî lazim e. Keda şoreşgerî kedeke wisa ye ku koletiya modern a kapîtalîzm dixwaze biafirîne qebûl nekiriye, nebûye amûrê wê, wek alternatîf jî aboriya rast a komunal afirandiye.  Em dikarin têkoşîna bindestên ku di keda komunal de israr dikin, gundiyên kedkar ên ku bi cotkarî û ajaldariyê re mijûl dibin, mirovên demokratîk ên ku aboriyeke bi xwezayê re hevaheng diafirînin  û berxwedana sosyalîstên şoreşger mezin bikin û hevpar bikin. Bi vî şiklî em dikarin têkoşîna kedê xurttir bikin. Li dijî sermayedarên yekdestdar ên kapîtalîst, têkoşîn enceq wisa mimkûn e.

Çawa ku îfadeya em jê re ked dibêjin îfadeyeke hem gerdûnî hem jî dîrokî ye, têkoşîna vê jî enceq dikare bi şiklekî gerdûnî pêk were. Bi gotineke din, ew ê zafera xwe bi rêxistinbûyînên gerdûnî, tifaqan, hevgirtinan pêk bîne. Bi vê boneyê, ez di têkoşîna antî-kapîtalîst, antî-faşîst a tevahî kedkaran de serketinê dixwazim, careke din 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê pîroz dikim."