Têkoşerê fedakar û wêrek Mam Reşîd

Welatparêzekî mezin û gerîlayekê rast Mam Reşîd, peywîrên Têkoşîna Azadiyê heta dawiya jiyana xwe pêk anî û sala 2016 an warên jê dayîkbûyî, li Zapê gihîşt şahadetê.

Mam Reşîd ji salên 80’î heta sala 2016’an wek welatparêzekî bi nirx erkên têkoşîna azadiyê bi cîh anî. Di gelek xebatên Tevgera Azadiyê de wekî milîs, welatparêz û gerîlayek beşdar bû, bi girêdanbûna xaka xwe re bû mînaka welatparêzî û di operasyona Zapê ya 2016 an de bi qehremanî gihîşt şahadetê.

'MIN JI TÊKOŞÎNA HEVALÊ REŞÎD RASTIYA PKK'Ê NAS KIR'

Hevrêyên Mam Reşîd qala jiyan û têkoşîna wî kirin. Xwişk û hevrêya Mam Reşîd, Sureç Zagros hê di zarokatiya xwe de têkoşîna Mam Reşîd dişopîne û ji xwe re mînak digre. Sureç Zagros got, "Hevaltiyeke herî bi nirx bû" û wiha dewam dike."Di salên 90’î de ket zindanê û du sala ma. Piştî sala 1994 an penaberî dest pê kir lê heval Reşîd her tim xebatên xwe yên partî dimeşand, ji ber vê me pir zêde nedidît. Her tim li Zagrosan xebatên xwe dewam dikir. Wek malbat me rastiya PKK’ê û rastiya dijmin di şexsê heval Reşîd de nas kir. Min jî bi têkoşîna heval Reşîd PKK’ê nas kir û min gavên ber bi rêxistinê ve avêt. Heval Reşîd hem ji milê dewleta Tirk hem milê KDP’ê ve hat girtin û îşkence lê hat kirin. Ji ber xebatên xwe her tim bi êrîşên dijmin re rû bi rû dima. Li hember dijmin her tim li ber xwe dida û têkoşîna azadiyê dimeşand."

'HEVAL REŞÎD BÛ ŞOPDARÊ HEVRÊ KEMAL PÎR'

Sureç Zagros di dewama axaftina xwe de bal kişand ser xeta fedayî ya tevgera PKK'ê û got, "Dema ku qala bîranîn xwe yên Zagrosan dikir di me de jî xwesteka bûyîna gerîla çêdibû lewra hezkirina gerîla di dilê me de çêdikir, ruhê welatparêzî ava dikir. Bi rastî hevaltiyeke pir bi nirx me bi hevre jiyan kir. Hemû demên jiyana xwe di nava têkoşîna gerîlayan derbas kir. Gerîla, ji bo heval Reşîd wateya jiyanê bû. Ti carî cîhê xwe de nedisekinî, di hemû karên hevalan de alîkarî dida. Dema operasyonê hevalên birîndar re mijûl dibe, cebilxane digihîne, di amadekariyên hevalan de jî alîkar dibe. Beriya şehîd bibe birîndar e, lê di wê rewşê de jî moral dide hevalan û bi rukenî şehîd dibe. Heke kesayetên wek Kemal Pîr nebûya wê roja îro jî  kesayetên wekî heval Reşîd jî çênebûba. Têkoşîna ku kesayetekî wek Kemal Pîr dayî ava kirin kesayetekî wek heval Reşîd jî dewam kirin û hêj dewam dikin."

'MAM REŞÎD WELATPARÊZEKÎ MEZIN BÛ'

Yek ji hevrêyên Mam Reşîd Duran Kalkan, ew bi bîr anî, kesayeta têkoşer ya Mam Reşîd nirxand û wiha got; "Mam Reşîd wek milîs û welatparêzekî tevlî xebatan bû lê belê di wateya herî rast de gerîlatî meşand. Dijmin, Kînyanîşê şewitand, gel neçarî koçberiyê bûn heta Mexmurê çûn. Lê Mam Reşîd ti carî dev ji newala Kînyanîşê berneda." Kalkan di dewama balê kişand wêrekî û heqîqeta kesayeta Mam Reşîd û wiha dewam kir; ‘Gelekî girêdayî xaka xwe bû. Welatparêzekê mezin bû. Dibe ku zext û zilim gundekî tine bike lê nikare welatparêzekî wiha tine bike an jî ji xakên wî dûr bixe. Mam Reşîd hem karên gerîla hem karên milîsa û hem jî wek erkên welatparêzekî bi hevre meşand. Di vê wateyê de ji her kesî bêhtir bû xwedan ked û alîkarî da. Mam Reşîd ji xeta Newala Kînyanîşê heta ber bi Zagrosê de wek stûna piştê bû.’

'ÇAVÊN WÎ HER TIM LI SERKETINÊ BÛ'

Kalkan di dewama nirxandinên xwe de fedakarî û alîkariyên Mam Reşîd ya ji bo têkoşîna azadiyê wiha anî ziman; "Divê em bizanibin ku Mam Reşîd şexsekî ku xwedan taybetmendiyên herî kûr ya welatparêziyê bû. Dema ku bi xeta azad ya Apo’yî ve dibe yek wêrekbûn û fedakariyek mezin ava dike. Çavê wî her tim li serkeftinê bû ji ber vê gerîlayekî têkoşer û rast, kesayetekî şoreşger derketibû holê. Welatparêzekî bi nirx, têkoşer, karker û kedkarekî şoreşê  bû, xebatên me yên li xetê Zagros û Çelê de herî zêde kedên wî derbas bûn. Ew, bi awayekî xwezayî gerîlatî jiyan dikir. Di pêşketina têkoşîna me ya gerîlatiyê de xwedan cîh û ristekî ye. Her tiştê xwe da vê têkoşînê. Mam Reşîd, di pêşengtiya partî û tevgera me ya welatparêziyê de kadroyekî herî baş, kesayetekî pir xurt bû. Di vê bingehê de heta henasê xwe ya dawî li hember dijminê faşîst, qirker û dagirker li dorhêla têkoşînê û hindûrê wî de ma û dawiyê de gihîşt şahadetê."

'DI DEMÊN HERÎ TENGAV DE ÇAVKANIYA ALÎKARIYÊ BÛ'

Kalkan qala bîranînekî xwe û Mam Reşîd dike dibêje; "Dema ku me tengasî jiyan dikir alîkarî jê dixwest. Carekî em ji wê herêmê derbas dibûn pirsgirêka erzaqê derketibû. Me dizanî mêşên hingivên yê Mam Reşîd heye, me xwest bibînin lê me nedît. Tu nabêjî datîne ser daran. Dema ku me wî dît jê re got; ‘Me xwest em dizîyekî wiha bikin lê me nedît, ka te deynaye ku derê’ ew jî keniya û got; ‘We nedîtiye lê hirç cîhê wan dîtiye’ Bi rastî me fam kir ku hirç cîhê hingivê dîtiye û zirar daye."

Duran Kalkan di berdewamiya nirxandinên xwe de banga gelê Kurd û bi taybetî banga Zagros, Colemerg,  Çelê kir û wiha got; ‘Ez banga gelê me yê Zagros, Colemerg û Çelê dikim, di vê pêvajoya krîtîk de divê hemû di xeta Mam Reşîd de hîn zêdetir bi welatparêzî, cesaret û fedakarî, alîkarî, piştgirî bidine têkoşînê. Mirovahî hêz û coşa xwe ji têkoşîna ku li Kurdistanê tê meşandin digre.’ Kalkan, bal kişand girîngiya meşandina têkoşîn û bilind kirina berxwedanê û wiha dewam kir;‘Heke têkoşîn bimeşînin, fedakarî û cesaret nîşan bidin serdikevin. Xeta Apoyî, xeta azadiyê û têkoşîna gerîla dibe serketinê. Me vê yekê di rastiya Kurdistanê de dît. Li rastiya Colemerg, Zagros û Çelê de me vê dît. Di têkoşîneke wiha de Mam Reşîd bû xwedan cîhekî pir girîng û bi nirx."

'DIVÊ HÎN ZÊDETIR BIXEBITIN Û BI RÊBAZÊN AFIRÎNER TÊBIKOŞIN'

Kalkan dawiya axaftinê xwe de bal kişand rêxistinbûna gelê Kurd û di xeta Mam Reşîd de banga bilindkirina têkoşînê kir; "Her roj şiyarbûn, têkoşîn kirin, bi zanebûna azadî û demokrasiyê  fêrbûn, rêxistinbûn û tiştên nû afirandin divê pêş bixin. Rast e, berdêlên mezin hat dayîn, tiştekî texsîr nekirin divê mijarê de tiştekî em bêjin tine ye. Hîn birêxistinkirî, aqilane, hîn zêdetir înşa kirina netewa demokratîk re, hîn bi rêbazên xiluqdar ve têbikoşin, bi vî awayî dijmin paşve bixin, bi bin bixin, zaferên hîn mezintir ava bikin. Pêwîstiya me bi dest xistina zaferên hîn mezintir heye. Ji ber vê yekê divê tevlîbûnên mezin çêbibin, hewldanên heyî bên bilind kirin. Di vê mijarê de Mam Reşîd kesayetekî ku bê mînak girtin e. Gelek tiştên ku em jê fêr bibin hene. Em bawer dikin ku hemû gelê me yê Colemerg û Çelê, têkoşîna Mam Reşîd bigîhînin zaferê, li pey şopa wî bimeşin û hîn zêdetir beşdarî têkoşîna me ya azadiyê bibin."

'MAM REŞÎD SEMBOLA GIRÊDANBÛNA WELATPARÊZIYÊ YE'

Yek ji hevrêyên wî Çîgdem Dogû, Mam Reşîd bi bîr anî. Nirxandinên xwe de bal kişand coş û rukeniya  Mam Reşîd û wiha got; "Malbatekî wî hebû, zarokên wî û jiyana wî hebû lê belê Mam Reşîd çavkanî û morala jiyana xwe li ser xakên xwe didît. Zanebûna wî ya welatparêziyê, hezkirina xak, welat û mirovî hemû jî îfadeya yekbûna wî bû. Dema ku mirov bêje Mam Reşîd wê demê nikarin wî ji xakên wî cudatir bifikirin ango ji derveyî gerîlatiyê bifikirin. Dema ku dibêjin Mam Reşîd em nikarin wî bêyî hezkirina mirovî, moral, coş û rukenîbifikirin."

Çîgdem Dogû qala operasyona Zapê kir û tevlîbûna Mam Reşîd wiha anî ziman; "Rêheval Mam Reşîd di demên herî dijwar yê şer de heta di operasyonên Zapê ên ku dijmin wekî şerê man û nemanê binav dikir de bi qehremanî û berxwedanî şehîd bû. Ruhê PKK’ê di asta herî jor de jiyan kir. Li Ertûşê gundê Kînyanîşê jiyana xwe didomand lê belê bi gerîla re jiyan dikir. Ew mirovekî welatparêz bû lê bi rastî hemû jiyana wî li gerîla derbas bû. Bi rastî naskirina wî şensekî bû lewra kesayetekî pir dilnizim û zane bû."

Çîgdem Dogû hezkirina jiyanê ya Mam Reşîd nirxand û wiha got; "Makîneyekî wî a wêneyê hebû her tim bi hevalan re wêne dikşand, xwezayê dikşand, bi rastî hezkirinekî wî a bêhempa hebû. Kêlî bi kêlî jiyan dikir, dida jiyan kirin, dida hîs kirin. Bi taybetî di pêvajoyeke ku li Kurdistanê qirkirin di asta herî jor de tê meşandin, cardin înkara nasnameyê li ser Kurda tê ferz kirin û hewl didin ku Kurda ji xakên wan qût bikin de Mam Reşîd xet e. Bi girêdanbûna xaka xwe re, zimanê xwe re, hêza têkoşînê û rêxistina xwe re Mam Reşîd xet e."

'MAM REŞÎD NÎŞANEYA KEDKARÎ Û XWEZAYÎBÛNÊ YE'

Yek ji rêhevalên Mam Reşîd Mazlum Mêrdîn di nirxandinên xwe de bal kişand hevaltiya wî ya mezin û wiha got; ‘Mam Reşîd mirovekî pir kedkar û xwezayî bû. Hem ji bo hevalan hem ji bo malbata xwe zevî diçand. Heval çiqasî digotin biçe, karên cuda bike lê Mam Reşîd ti carî dev ji xakên xwe bernedida lewra di salên 1992 an de jî piştî vala kirina gundan her kes çibû lê Mam Reşîd ti carî dev ji warên xwe bernedabû. Her  tim nav hevalan de mabû nikarî bêhevalan jiyan bike. Ji xwe çiya jî wek nirxekî didît ji ber vê nedikarî ji jiyana çiya qut bibe. Her tim hevalên ciwan li derdorê wî kom dibûn. Li ser hevaltî, nirx, civakbûn û partîbûnê nîqaş dikir. Ew perçeyekî herî bi nirx ya jiyana me bû. Hezkirinek pir  mezin di dilê wî de bû, her kes dixwest li gel wî jiyan bike. Dema ku min heval Reşîd nas kir di rastiyê de min xwe nas kir lewra heta wê çaxê min digot ‘Ez mirovekî temam in ango başim’ lê bi naskirina Mam Reşîd re ez ketim ferqa nebesiyên xwe. Di rojbaşê de radibû, bi zevî re, ajalan re mijûl dibû, hîs dikir ji ber vê ajal jî herî zêde xwe nêzî wî dikirin. Bi xwezayê re yek bû ji ber ku xwezayê xwe winda nekirbû. Nirxên civakbûnê û mirovatiyê ti carî winda nekiribû. Her tim çandinî dikir. Ne tenê ji bo malbata xwe serî de ji bo hevalan çandinî dikir.’

Di dawiya nirxandinên xwe de Mazlum Mêrdîn qala oparasyona Zapê û şahadeta Mam Reşîd dike û dibêje; ‘Sala 2016 an operasyona Zapê çêbû. Me pir hewl da ku heval Reşîd ji qada operasyonê derxînin lê hêrsekî wî ya mezin li hember welatfiroşî û îxanetê hebû. Hestên wî yê welatparêziyê pir xurt bû. Qale Ertuşê wek nirxekî ji xwe re didît. Şerekî sing bi sing çêbû, çekê xwe girt, çû Ertûşê û li Şehîd Cîhat şerekî dijwar qewimî. Piştre heval paşve kişiyan lê heval bi zorî pêşiya heval Reşîd digirtin, hewl dida biçe eniya herî pêş ya şer. Heval Reşîdû sê rêhevalên me, encama bombardimana balafirên şer de şehîd bûn.’