Têkildarî 220 girtiyan biryara girtinê hate dayin!

Piştî îsyana li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, têkildarî 220 girtiyan biryara girtinê hate dayin!

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, li dijî qanûna înfazê ya cihêkar 4'ê Nîsanê îsyan kiribûn. 439 girtî bi êşkenceyê veguhestibûn Girtîgeha Tîpa T a Amedê. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê têkildarî girtiyan dest bi lêpirsînê kir. Heta niha îfadeya 220 girtiyan li girtîgeha ku lê ne bi rêya SEGBÎS'ê hate girtin. Di lêpirsîna dozgeriyê de her wiha biryara nepenîtiyê hate dayin.

HETA NIHA BIRYAR DER HEQÊ 220 KESÎ HATIYE DAYIN

Di lêpirsînê de hate îdîakirin ku van kesan dest bi îsyanê kirine: "Ahmet Solmaz, Abbas Ayiş, Îdrîs Ayiş, Halîl Îbrahîm Oguzhan, Orhan Çelîk, Adnan Ekmen, Edîp Gol, Selman Omgan, Kasim Kasimoglû, Mesût Eme, Rasîm Kasimoglû, Abdurrahman Gorkem, Azad Îrge, Eşref Çîftçî, Ûgûr Cengîz, Nûrettîn Gultekîn, Mehmet Taymûr, Vedat Taymûr, Recep Kaplar, Ûgûr Ay, Bariş Uner, Bariş Ay, Veysel Gulsever, Rustem Taşar, Ahmet Çelîk, Yûsûf Alar, Nebî Ozer."

Têkildarî 220 girtiyên sewqî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya 1'emîn a Êlihê hatin kirin, bi îdîaya "zerar dane malê cemaweriyê, ji bo îsyana girtî û hikumxwaran serî hildane û nehiştine wezîfe bê kirin" biryara girtinê hate dayin.

Tê gotin, hejmara kesên ku têkildarî wan biryara girtinê hatiye dayin dibe ku zêde bibe.