Têkildarî 16 rojnamevanên dîlgirtî 6 meh in gilîname nehatiye amadekirin

DFG û MKGP'ê ragihandin, ku têkildarî 16 rojnamevanên Kurd ên dîlgirtî 6 meh in îdîaname nehatiye amadekirin û destnîşan kirin, ku dewlet sûc dike.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî 16 rojnamevanên Kurd ên ji 16'ê Hezîranê û vir ve dîlgirtî ne li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Berdevka MKGP'ê Medya Uren ve hate xwendin.

Medya Uren diyar kir ku her partiya dibe desthilatdar êrîşên li dijî çapemeniya azad dewam dike û got, "Sala 2022'yan dîsa bû sala ku rejîma AKP-MHP'ê dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan û çapemeniya Kurdan nîşan bide. Ev bi awayekî zelal derket holê. Binpêkirina mafên li dijî çapemeniya azad a ku hejmara wê ne diyar e dewam dike. Daraz jî li dijî çapemeniya azad wekî rêbazeke cezakirinê tê bikaranînin. Di 8'ê Hezîranê de dîsa ev kevneşopî hat hedefgirtin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de jê 20 rojnamevan 22 kes bi serdegirtina malan hatin destgîrkirin. Ji ber zanîbûn delîleke sûc a li dijî hempîşeyên me tune ye loma 8 rojan hevalên me destgîrkirî hiştin. Nehiştin pîşeyê xwe bikin. Emniyetê alavên biserdegirina saziyan dest xistibû ser jî wekî "delîlê sûc" di wêneyan de nîşan da. Bi vê yekê jî eşkere êrîşî rojnamevaniyê kirin."

Medya Uren dîlgirtina 16 rojnamevanên ku di 16’ê Hezîranê de hatine girtin bi bîr xist û got, "Tevî tirsa ku hat afirandin jî hevalên me dîsa jî bi wêrekî rastî nivîsandin. Daraza ku hevalên me bi îddiaya ‘endamtiya rêxistinê’ girt di rojnamevaniya me de li ‘talîmatê’ geriya. Lê belê ger li kesên bi destûr û talîmatê dinivîsin, digerin bila berê xwe bidin medyaya alîgir a li qesrê. Rojevên medyaya alîgir li qesrê tên diyarkirin. Bi vê yekê wê bê famkirin ku çapemeniya azad bi talîmatê nûçeyan çênake. Ji ber ku li gor talîmatên desthilatdariyê tevnagere, li dij vêya derdikeve, dibe hedef. Daraza desthilatdariyê wekî 16'ê Hezîranê di 25'ê Cotmehê de jî dîsa bi destgîrkirin û girtina xebatkarên çapemeniya azad êrîş pêk anî. Vê carê jî talîmat dan Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. Tevî 9 rojnamevanên di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de hatin girtin, bi tevahî 10 rojnamevan dîsa hatin girtin. Faliyetên rojnamevaniyê weke hincet hat nîşandan û rojnamevan hatin girtin. Ev êrîş bi me gavê paşde nade avêtin. Berovajî vê yekê ew ê têkoşîna me ya heqîqetê hîn mezin bike."

Medya Uren bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Me berê jî diyar kiribû û em careke din diyar dikin. Çapemeniya azad bi kuştin, girtin, destgîrkirin, sansurê nayê qedandin. Ev kevneşopiyeke wiha ye ku bi êrîş û zextan bê qedandin. Dîsa di hefteyeke ku rojnamevan dibin hedef de 6 meh ji ser girtina 16 hevalên me yên rojnamevan derbas bûn. Ev 6 meh in ku hîn tu îddianame derbarê hevalên me de nehatiye amadekirin. Ji ber ku li holê sûcekî hevalên me tune ye! Ji ber ku em dizanin ku rojnamevanî ne sûc e! Lê bidûrxistina hevalên me ya ji kar a ji aliyê darazê pêk tê, sûc e. Hedefgirtina rojnamegeriyê sûc e. Êrîşa li dijî çapemeniya azad, azadiya raman û îfadeyê sûc e. Em li vir dîsa diyar dikin. Ev kevneşopiya me ji Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz girtiye wê bidome. Dev ji hedefgirtina rojnamevan û çapemeniya azad berdin. Divê hevalên me demildest serbest bên berdan û darizandina derbarê wan de bê sekinandin. Ji bo rojnamevanan re azadî!”

Daxuyanî bi diruşmeyên “Çapemeniya azad bêdeng nabe” bi dawî bû.